Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #101 Translated in Kurdish

فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَقَامُ إِبْرَاهِيمَ ۖ وَمَنْ دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا ۗ وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا ۚ وَمَنْ كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ
Di wura da beratên xûyayî hene, şûngeha Îbrahîm heye. Û kîjan bikebe wura, îdî ewa ewle dibe. Û li ser wan kesên bi hêz, ku dikarin herin wura, ji bona Yezdan sertêdana (heca) wî xanîyê bi vê nevê ye. Û kîjan xwe ji sertêdana wî bide para da (ya jî bibe file neçe wura) bira ewa îdî bizane; bi rastî Yezdan ji hemûşk gerdûnê bê perwa yê zengîn e
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَاللَّهُ شَهِيدٌ عَلَىٰ مَا تَعْمَلُونَ
(Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Bi rastî Yezdan ewan tiştên ka hûn dikin dibîne.”
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَصُدُّونَ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ مَنْ آمَنَ تَبْغُونَهَا عِوَجًا وَأَنْتُمْ شُهَدَاءُ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
(Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima rêya Yezdan ji ber wanê bawer kirine digirin ku hûn ewan bixin rêya çewt, hûn bi xweber jî dibînin (ku rêya bawergeran rast e)? Û Yezdan ji wan kirinên we bê agah nîne.”
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنْ تُطِيعُوا فَرِيقًا مِنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ يَرُدُّوكُمْ بَعْدَ إِيمَانِكُمْ كَافِرِينَ
Gelî ewanê bawer kirine! Heke hûn bi gotina destekî ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatîye bikin, ewanê we ji piştî bawerêya we, bifetilînin bixne file
وَكَيْفَ تَكْفُرُونَ وَأَنْتُمْ تُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ آيَاتُ اللَّهِ وَفِيكُمْ رَسُولُهُ ۗ وَمَنْ يَعْتَصِمْ بِاللَّهِ فَقَدْ هُدِيَ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Û beratên Yezdan li ser we da têne xwendinê û pêxemberê Yezdan jî di nava we da ne, hûnê ça dibine file?. Û kijan xwe bi Yezdan bigire, îdî bi rastî ewa li bal rêya rast da hatîye

Choose other languages: