Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #85 Translated in Kurdish

وَإِذْ أَخَذَ اللَّهُ مِيثَاقَ النَّبِيِّينَ لَمَا آتَيْتُكُمْ مِنْ كِتَابٍ وَحِكْمَةٍ ثُمَّ جَاءَكُمْ رَسُولٌ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَكُمْ لَتُؤْمِنُنَّ بِهِ وَلَتَنْصُرُنَّهُ ۚ قَالَ أَأَقْرَرْتُمْ وَأَخَذْتُمْ عَلَىٰ ذَٰلِكُمْ إِصْرِي ۖ قَالُوا أَقْرَرْنَا ۚ قَالَ فَاشْهَدُوا وَأَنَا مَعَكُمْ مِنَ الشَّاهِدِينَ
Di gavekî da Yezdan ji pêxemberan peymanek e (aha) sitandibû; bi sond! Min ji we ra ji pirtûk û ji zanîna retkokî daye, paşê gava ewa pêxemberê ku vê (pirtûka) bi we ra heyî dide rast dêrandinê hat, hûnê bi wî bawer bikin û hûnê arîkarêya wî bikin; hûn evê peyman litê dikin û hûn dibêjin erê; ku hûnê li ser wê paymana min e hanê herin? (Pêxemberan) gotine: “Erê (em ewê peymanê litê dikin emê li ser wê herin). Yezdan (ji wan ra aha) got: “Îdî hûn nehrevan bin, bi rastî ez jî bi we ra ji nehrevanan im.”
فَمَنْ تَوَلَّىٰ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Îdî ji piştî vê peymanê, kîjan rû bizivirîne (peymanê pêk neyîne) ewan bi xweber in, ku bi rastî ji rêya rast derketine
أَفَغَيْرَ دِينِ اللَّهِ يَبْغُونَ وَلَهُ أَسْلَمَ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَإِلَيْهِ يُرْجَعُونَ
Qey ewan ji pêştirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweşî û nexweşî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin
قُلْ آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ عَلَيْنَا وَمَا أُنْزِلَ عَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطِ وَمَا أُوتِيَ مُوسَىٰ وَعِيسَىٰ وَالنَّبِيُّونَ مِنْ رَبِّهِمْ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ أَحَدٍ مِنْهُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
(Muhemmed!) Tu bêje: “Me bi Yezdan û bi wan biryarên, ku li ser me da hatine hinartinê û bi wan biryarên. ku li ser Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevyê wan da hatine hinartinê bi wan pirnûkên, ku ji bona Mûsa û Îsa û pêxemberan ji Xwedayê wan hatîye, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu dutîretî nakên. Û me bi xweber ji, xwe ji bona (Yezdan ra) hispaniye.”
وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْإِسْلَامِ دِينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Û kijan ji pêştirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xweber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e

Choose other languages: