Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #87 Translated in Kurdish

أَفَغَيْرَ دِينِ اللَّهِ يَبْغُونَ وَلَهُ أَسْلَمَ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَإِلَيْهِ يُرْجَعُونَ
Qey ewan ji pêştirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweşî û nexweşî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin
قُلْ آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ عَلَيْنَا وَمَا أُنْزِلَ عَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطِ وَمَا أُوتِيَ مُوسَىٰ وَعِيسَىٰ وَالنَّبِيُّونَ مِنْ رَبِّهِمْ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ أَحَدٍ مِنْهُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
(Muhemmed!) Tu bêje: “Me bi Yezdan û bi wan biryarên, ku li ser me da hatine hinartinê û bi wan biryarên. ku li ser Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevyê wan da hatine hinartinê bi wan pirnûkên, ku ji bona Mûsa û Îsa û pêxemberan ji Xwedayê wan hatîye, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu dutîretî nakên. Û me bi xweber ji, xwe ji bona (Yezdan ra) hispaniye.”
وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْإِسْلَامِ دِينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Û kijan ji pêştirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xweber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e
كَيْفَ يَهْدِي اللَّهُ قَوْمًا كَفَرُوا بَعْدَ إِيمَانِهِمْ وَشَهِدُوا أَنَّ الرَّسُولَ حَقٌّ وَجَاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُ ۚ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Ça Yezdanê ewî komalî, ku ji wan ra beratên daveker hatibin, ewan bi wan beratan bawer kiribin û ewan şahidî dabin, ku pêxember rast in, îdî paşê ewan bi vî ra jî bibine file, bîne rêya rast? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayîne rêya rast
أُولَٰئِكَ جَزَاؤُهُمْ أَنَّ عَلَيْهِمْ لَعْنَةَ اللَّهِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Celata wan, ev e: “Deherandina Yezdan û firiştan û kesan, hemûşk bi rastî li ser wan e.”

Choose other languages: