Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #89 Translated in Kurdish

وَمَنْ يَبْتَغِ غَيْرَ الْإِسْلَامِ دِينًا فَلَنْ يُقْبَلَ مِنْهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Û kijan ji pêştirê "ol"a (bi nav) Îslam, ji xwe ra "ol" an bivê, bira ewa bizane, ku bi rastî ji wî, ewa "ol"a nayê litê kirine. Îdî ewa bi xweber jî di dan û gavê para da ji zîyangeran e
كَيْفَ يَهْدِي اللَّهُ قَوْمًا كَفَرُوا بَعْدَ إِيمَانِهِمْ وَشَهِدُوا أَنَّ الرَّسُولَ حَقٌّ وَجَاءَهُمُ الْبَيِّنَاتُ ۚ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Ça Yezdanê ewî komalî, ku ji wan ra beratên daveker hatibin, ewan bi wan beratan bawer kiribin û ewan şahidî dabin, ku pêxember rast in, îdî paşê ewan bi vî ra jî bibine file, bîne rêya rast? Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayîne rêya rast
أُولَٰئِكَ جَزَاؤُهُمْ أَنَّ عَلَيْهِمْ لَعْنَةَ اللَّهِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Celata wan, ev e: “Deherandina Yezdan û firiştan û kesan, hemûşk bi rastî li ser wan e.”
خَالِدِينَ فِيهَا لَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَ
Ewan di nava deherandinê da hey dimînin. Şapat li wan sivik nabe û li wan nayê mêze kirinê (ku şapata wan bê para danê)
إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ وَأَصْلَحُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Xêncî wan merivên, ku ji piştî gunehan poşman bibin û aştî kiribin, îdî bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e

Choose other languages: