Surah Aal-E-Imran Ayahs #83 Translated in Kurdish
مَا كَانَ لِبَشَرٍ أَنْ يُؤْتِيَهُ اللَّهُ الْكِتَابَ وَالْحُكْمَ وَالنُّبُوَّةَ ثُمَّ يَقُولَ لِلنَّاسِ كُونُوا عِبَادًا لِي مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلَٰكِنْ كُونُوا رَبَّانِيِّينَ بِمَا كُنْتُمْ تُعَلِّمُونَ الْكِتَابَ وَبِمَا كُنْتُمْ تَدْرُسُونَ
Babet nîne ji bona tu kesî ra; heke Yezdan ji bona wî ra pirtûk û zanîna retkokî û pêxemberî dabe, paşê ewa jî ji bona merivan ra bêje: “Hûn ji yezda ra perestî nekin, ji min bi tenê ra perestî bikin.” Lê ji bona wî ra babet ev e, ku ewa ji bona merivan ra bêje: “Bi wan biryarên ku hûn ji pirtûkê hîn bûne û bi wan biryarên ku hûn ders didin ji bona Yezdan ra hûn bibin bendeyên xwumal e.”
وَلَا يَأْمُرَكُمْ أَنْ تَتَّخِذُوا الْمَلَائِكَةَ وَالنَّبِيِّينَ أَرْبَابًا ۗ أَيَأْمُرُكُمْ بِالْكُفْرِ بَعْدَ إِذْ أَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Û ewa, fermana we nake, ku hûn firiştan û pêxemberan ji pêştirê wî, ji xwe ra bi xwedatî bigirin. Ji piştî ku hûn misilman bûne, ewa ça fermana we, bi filetîyê dike
وَإِذْ أَخَذَ اللَّهُ مِيثَاقَ النَّبِيِّينَ لَمَا آتَيْتُكُمْ مِنْ كِتَابٍ وَحِكْمَةٍ ثُمَّ جَاءَكُمْ رَسُولٌ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَكُمْ لَتُؤْمِنُنَّ بِهِ وَلَتَنْصُرُنَّهُ ۚ قَالَ أَأَقْرَرْتُمْ وَأَخَذْتُمْ عَلَىٰ ذَٰلِكُمْ إِصْرِي ۖ قَالُوا أَقْرَرْنَا ۚ قَالَ فَاشْهَدُوا وَأَنَا مَعَكُمْ مِنَ الشَّاهِدِينَ
Di gavekî da Yezdan ji pêxemberan peymanek e (aha) sitandibû; bi sond! Min ji we ra ji pirtûk û ji zanîna retkokî daye, paşê gava ewa pêxemberê ku vê (pirtûka) bi we ra heyî dide rast dêrandinê hat, hûnê bi wî bawer bikin û hûnê arîkarêya wî bikin; hûn evê peyman litê dikin û hûn dibêjin erê; ku hûnê li ser wê paymana min e hanê herin? (Pêxemberan) gotine: “Erê (em ewê peymanê litê dikin emê li ser wê herin). Yezdan (ji wan ra aha) got: “Îdî hûn nehrevan bin, bi rastî ez jî bi we ra ji nehrevanan im.”
فَمَنْ تَوَلَّىٰ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Îdî ji piştî vê peymanê, kîjan rû bizivirîne (peymanê pêk neyîne) ewan bi xweber in, ku bi rastî ji rêya rast derketine
أَفَغَيْرَ دِينِ اللَّهِ يَبْغُونَ وَلَهُ أَسْلَمَ مَنْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَإِلَيْهِ يُرْجَعُونَ
Qey ewan ji pêştirê "ol"a Yezdan (ji xwe ra hinek) "ol"ê mayî divên? Hemû kesên di ezman û di zemîn da heyî bi xweşî û nexweşî ji bona Yezdan ra xwe hispartine û ewanê hey li bal wî da bizivirin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
