Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #73 Translated in Kurdish

وَدَّتْ طَائِفَةٌ مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ لَوْ يُضِلُّونَكُمْ وَمَا يُضِلُّونَ إِلَّا أَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَ
Destekî ji xweyî pirtûkan hez kirine, ku we ji rêya rast bişipitînin (bixine file). Ewanan hey xwe ji rêya rast dişipitînin û bi xweber jî agah nakin
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَأَنْتُمْ تَشْهَدُونَ
Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Û hûn bi xweber jî (bi zanîn) ewan dibînin
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَلْبِسُونَ الْحَقَّ بِالْبَاطِلِ وَتَكْتُمُونَ الْحَقَّ وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Gelî xweyî pirtûkan! Hûn çima rastî û pûçîtiyê tevê hev dikin û hûn bi zanîn jî mafê vedişêrin
وَقَالَتْ طَائِفَةٌ مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ آمِنُوا بِالَّذِي أُنْزِلَ عَلَى الَّذِينَ آمَنُوا وَجْهَ النَّهَارِ وَاكْفُرُوا آخِرَهُ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ
Û destekî ji xweyê pirtûkan (aha) gotine: “Hûn (gelî hevalên meyên xweyê pirtûk) bi wan biryarên ku li ser bawerkaran da (misilmanan) hatine hinartinê; di serê royê da bawer bikin û hûn di dawîya royê da bi wan bibin file, dibe ku ewan (bi van kirinê weyên tinazî) ji bawerya xwe bizivirin.”
وَلَا تُؤْمِنُوا إِلَّا لِمَنْ تَبِعَ دِينَكُمْ قُلْ إِنَّ الْهُدَىٰ هُدَى اللَّهِ أَنْ يُؤْتَىٰ أَحَدٌ مِثْلَ مَا أُوتِيتُمْ أَوْ يُحَاجُّوكُمْ عِنْدَ رَبِّكُمْ ۗ قُلْ إِنَّ الْفَضْلَ بِيَدِ اللَّهِ يُؤْتِيهِ مَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û hûn (gelî xweyê pirtûkan!) Ji pêştirê wanê ku bûne peyrewê "ol" a (dîn) we bi tu kesî bawer nekin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Bi rastî rêya rast, rêya Yezdan e.” Qey gava ku ji bona yekê ra wekî wan biryarên, ku ji bona we ra hatine bê dayînê, ya jî ewa meriva bi wan biryaran li bal Xwedayê we, bi we ra tekoşînê bike, hûnê dîsa bêjin: “Bi wan bawer ne- kin?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Bi rastî rûmet di destê Yezdan da ne, ji kê ra bivê ji bona wî ra dide. Û Yezdan bi aborî bê perwayê pir zan e.”

Choose other languages: