Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #37 Translated in Kurdish

إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَىٰ آدَمَ وَنُوحًا وَآلَ إِبْرَاهِيمَ وَآلَ عِمْرَانَ عَلَى الْعَالَمِينَ
Bi rastî Yezdan Adem û Nûh û binamala Îbrahim û binamala δmran (ku her yekê ji wan, ji nişa hev in) li ser heyîne cihanê hêlbijartîye
ذُرِّيَّةً بَعْضُهَا مِنْ بَعْضٍ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Evan ûrtek e wusa nin, ji hev hatine. Û Yezdan bîhîstekê pir zan e
إِذْ قَالَتِ امْرَأَتُ عِمْرَانَ رَبِّ إِنِّي نَذَرْتُ لَكَ مَا فِي بَطْنِي مُحَرَّرًا فَتَقَبَّلْ مِنِّي ۖ إِنَّكَ أَنْتَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Di gavekî da, jina Î’mran bi lavatî gotibû: “Xwedayê min! Bi rastî min eva (zaroka) di zikê xwe da, hey ji bo, ku ji te tenê ra xebat bike, bi gorîtî xumale kirîye. Îdî tu jî ewê ji min litê bike. Bi rastî hey tu î bîhîstekê pir zan.”
فَلَمَّا وَضَعَتْهَا قَالَتْ رَبِّ إِنِّي وَضَعْتُهَا أُنْثَىٰ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا وَضَعَتْ وَلَيْسَ الذَّكَرُ كَالْأُنْثَىٰ ۖ وَإِنِّي سَمَّيْتُهَا مَرْيَمَ وَإِنِّي أُعِيذُهَا بِكَ وَذُرِّيَّتَهَا مِنَ الشَّيْطَانِ الرَّجِيمِ
Îdî di gava jina Î’mran razaye Yezdan zanîbûye, ku çi ji wê ra bûye jî, ewê dîsa gotîye: ‘Xwedayê min! Bi rastî ji min ra keçikek bûye. Û zarên kurîn (ji bona xebatê) wekî zarên keç nabin, bi rastî min navê wê, “Meryem” danî û bi rastî ez ewê bi tevê ûrta wê va ji sikatîne pelîdê deherandî di hêspêrime, parisandina te.”
فَتَقَبَّلَهَا رَبُّهَا بِقَبُولٍ حَسَنٍ وَأَنْبَتَهَا نَبَاتًا حَسَنًا وَكَفَّلَهَا زَكَرِيَّا ۖ كُلَّمَا دَخَلَ عَلَيْهَا زَكَرِيَّا الْمِحْرَابَ وَجَدَ عِنْدَهَا رِزْقًا ۖ قَالَ يَا مَرْيَمُ أَنَّىٰ لَكِ هَٰذَا ۖ قَالَتْ هُوَ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۖ إِنَّ اللَّهَ يَرْزُقُ مَنْ يَشَاءُ بِغَيْرِ حِسَابٍ
Îdî Xwedayê wê ewa gorya wê bi rindê qencîyan litê kirîye û Xweda ewa gorya wekî hêşnayan rind gîhandîye û Zekerêya jî xistîye daman ji bona gîhîjtina wê. Zekerya çi qa diçû (wê Babû-Çelîpa ya ku Meryem têda bûye) li bal Meryemê da rastê xarinan hatîye. Zekerêya, ji Meyre ra gotîye: “Ka evan xarinê hanênan ji kur ji bona te ra hatine?” Meryem ji bona Zekerêya ra gotîye: “Ewan xurekan ji bal Yezdan ji min ra tên.” Bi rastî Yezdan ji evînê xwe ra bê hijmar dilikan dide

Choose other languages: