Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #35 Translated in Kurdish

قُلْ إِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللَّهَ فَاتَّبِعُونِي يُحْبِبْكُمُ اللَّهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
(Muhemmed! Tu ji wan ra) Bêje; “Heke hûn bi rastî ji Yezdan hez dikin, îdî hûn bibine peyrewê min, ku Yezdan jî ji we hez bike, û ji bona we ra gunehên we bibaxişîne.” Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
قُلْ أَطِيعُوا اللَّهَ وَالرَّسُولَ ۖ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْكَافِرِينَ
(Muhemmd tu ji wa ra) bêje: “Hûn bi gotina Yezdan û pêxemberê wî bikin.” Îdî heke ewan berê xwe fetilandin, bira ewan bi rastî bizanin! Yezdan ji filan hez nake
إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَىٰ آدَمَ وَنُوحًا وَآلَ إِبْرَاهِيمَ وَآلَ عِمْرَانَ عَلَى الْعَالَمِينَ
Bi rastî Yezdan Adem û Nûh û binamala Îbrahim û binamala δmran (ku her yekê ji wan, ji nişa hev in) li ser heyîne cihanê hêlbijartîye
ذُرِّيَّةً بَعْضُهَا مِنْ بَعْضٍ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Evan ûrtek e wusa nin, ji hev hatine. Û Yezdan bîhîstekê pir zan e
إِذْ قَالَتِ امْرَأَتُ عِمْرَانَ رَبِّ إِنِّي نَذَرْتُ لَكَ مَا فِي بَطْنِي مُحَرَّرًا فَتَقَبَّلْ مِنِّي ۖ إِنَّكَ أَنْتَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Di gavekî da, jina Î’mran bi lavatî gotibû: “Xwedayê min! Bi rastî min eva (zaroka) di zikê xwe da, hey ji bo, ku ji te tenê ra xebat bike, bi gorîtî xumale kirîye. Îdî tu jî ewê ji min litê bike. Bi rastî hey tu î bîhîstekê pir zan.”

Choose other languages: