Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #190 Translated in Kurdish

لَتُبْلَوُنَّ فِي أَمْوَالِكُمْ وَأَنْفُسِكُمْ وَلَتَسْمَعُنَّ مِنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكُمْ وَمِنَ الَّذِينَ أَشْرَكُوا أَذًى كَثِيرًا ۚ وَإِنْ تَصْبِرُوا وَتَتَّقُوا فَإِنَّ ذَٰلِكَ مِنْ عَزْمِ الْأُمُورِ
Bi sond! Hûnê di mal û canê xwe da bêne ceribandinê û hûnê ji wan merivên berîya xwe da, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê û ji wan merivên, ku hevrîyan çê dikin, pir axiftine rexne bibihên. Heke hûn di hemberê wan da hew bikin, û hûn xwe parisîya ji gunehan bikin, îdî hûn (bizanin!) bi rastî ewan bûyerên (ku kirina wan) hêca ne hene! Evan ji wan in
وَإِذْ أَخَذَ اللَّهُ مِيثَاقَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ لَتُبَيِّنُنَّهُ لِلنَّاسِ وَلَا تَكْتُمُونَهُ فَنَبَذُوهُ وَرَاءَ ظُهُورِهِمْ وَاشْتَرَوْا بِهِ ثَمَنًا قَلِيلًا ۖ فَبِئْسَ مَا يَشْتَرُونَ
Û di gavekî da Yezdan ji wanê, ku ji wan ra pirtûk hatiye dayînê peyman hildabûye; bi rasti hûnê ewê pirtûkê ji bona merivan ra bi vekirî bêjin û hûn ewê pirtûkê venaşêrin. (Lê ewan ewa peymana dabûne Yezdan pêk ne anîbûne) ewan, ewa peymana avêtibûne pişta xwe. Îdî ewan, ewa peymana bi pereki hindik firotine. Çika sike tişta ewan firotine
لَا تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ يَفْرَحُونَ بِمَا أَتَوْا وَيُحِبُّونَ أَنْ يُحْمَدُوا بِمَا لَمْ يَفْعَلُوا فَلَا تَحْسَبَنَّهُمْ بِمَفَازَةٍ مِنَ الْعَذَابِ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Ewan merivên, ku bi mal û bi wan tiştên ji wan ra hatîye dayînê dilşa dibin û ewan hez dikin ku pesnê wan, bi wan tiştên qe ewan ne kiribin jî bê dayînê, hene! (Muhemmed) tu goman neke ku ewanê, wê ji şapatan fereste bibin: Ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û seroktî û maldarîya ezman û zemîn ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e
إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ لَآيَاتٍ لِأُولِي الْأَلْبَابِ
Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bona xweyê hişan berate hene

Choose other languages: