Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #192 Translated in Kurdish

لَا تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ يَفْرَحُونَ بِمَا أَتَوْا وَيُحِبُّونَ أَنْ يُحْمَدُوا بِمَا لَمْ يَفْعَلُوا فَلَا تَحْسَبَنَّهُمْ بِمَفَازَةٍ مِنَ الْعَذَابِ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Ewan merivên, ku bi mal û bi wan tiştên ji wan ra hatîye dayînê dilşa dibin û ewan hez dikin ku pesnê wan, bi wan tiştên qe ewan ne kiribin jî bê dayînê, hene! (Muhemmed) tu goman neke ku ewanê, wê ji şapatan fereste bibin: Ji bona wan ra şapatek e dilsoz heye
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û seroktî û maldarîya ezman û zemîn ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e
إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ لَآيَاتٍ لِأُولِي الْأَلْبَابِ
Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bona xweyê hişan berate hene
الَّذِينَ يَذْكُرُونَ اللَّهَ قِيَامًا وَقُعُودًا وَعَلَىٰ جُنُوبِهِمْ وَيَتَفَكَّرُونَ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ رَبَّنَا مَا خَلَقْتَ هَٰذَا بَاطِلًا سُبْحَانَكَ فَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Xweyê hiş ew in, ku li pîya û li rûniştî û li ser kêlekê xwe dirêj kirî, Yezdan tînine bîra xwe û ewan xweyê hişan di aferandina ezman û zemîn da, bi ramanî diponijin (dibêjin): “Xwedayê me! Te evan bi pûçî ne aferandîne. Em te ji kêmaîyan û (ji aferandina pûç) paqij dikin, îdî tu me ji şapata agir biparisîne”
رَبَّنَا إِنَّكَ مَنْ تُدْخِلِ النَّارَ فَقَدْ أَخْزَيْتَهُ ۖ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Xwedayê me! Bi rastî tu kîjanî bixî agir, îdî bi sond! Te ewa ruswa kiriye. Û ji bona cevrkaran ra qe tu arîkarî tune ye

Choose other languages: