Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #194 Translated in Kurdish

إِنَّ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ لَآيَاتٍ لِأُولِي الْأَلْبَابِ
Bi rastî di aferandina ezman û zemîn da û di ne wekhevbûna şev û royan da (di kurtayî û di dirêjaya wan da; yek ji wan kurt dibe ya dinê dirêj dibe) ji bona xweyê hişan berate hene
الَّذِينَ يَذْكُرُونَ اللَّهَ قِيَامًا وَقُعُودًا وَعَلَىٰ جُنُوبِهِمْ وَيَتَفَكَّرُونَ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ رَبَّنَا مَا خَلَقْتَ هَٰذَا بَاطِلًا سُبْحَانَكَ فَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Xweyê hiş ew in, ku li pîya û li rûniştî û li ser kêlekê xwe dirêj kirî, Yezdan tînine bîra xwe û ewan xweyê hişan di aferandina ezman û zemîn da, bi ramanî diponijin (dibêjin): “Xwedayê me! Te evan bi pûçî ne aferandîne. Em te ji kêmaîyan û (ji aferandina pûç) paqij dikin, îdî tu me ji şapata agir biparisîne”
رَبَّنَا إِنَّكَ مَنْ تُدْخِلِ النَّارَ فَقَدْ أَخْزَيْتَهُ ۖ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Xwedayê me! Bi rastî tu kîjanî bixî agir, îdî bi sond! Te ewa ruswa kiriye. Û ji bona cevrkaran ra qe tu arîkarî tune ye
رَبَّنَا إِنَّنَا سَمِعْنَا مُنَادِيًا يُنَادِي لِلْإِيمَانِ أَنْ آمِنُوا بِرَبِّكُمْ فَآمَنَّا ۚ رَبَّنَا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَكَفِّرْ عَنَّا سَيِّئَاتِنَا وَتَوَفَّنَا مَعَ الْأَبْرَارِ
Xwedayê me! Bi rastî me bihîstiye, ku yek ji bona bawerkirinê gazî dike (û dibêje): “Hûn bi Xwedayê xwe bawer bikin.” Îdî me jî heman bawer kiriye. Xwedayê me! Îdî tu ji bona me ra gunehên me bibexişîne û tu sikatîne me, ji me rake û tu can û (xelatên me bi) wanên qencîkar ra bide û bistîne.”
رَبَّنَا وَآتِنَا مَا وَعَدْتَنَا عَلَىٰ رُسُلِكَ وَلَا تُخْزِنَا يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ إِنَّكَ لَا تُخْلِفُ الْمِيعَادَ
Xwedayê me! Te çi ji bona me ra, li pêxemberên xwe da peyman daye, îdî tu ewî ji bona me ra bide û tu di roya rabûna hemûtî da me ruswa neke. Bi rastî tu ji peymana xweye dayî poşman nabî

Choose other languages: