Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #152 Translated in Kurdish

فَآتَاهُمُ اللَّهُ ثَوَابَ الدُّنْيَا وَحُسْنَ ثَوَابِ الْآخِرَةِ ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Îdî Yezdan ji wan ra qencên cîhanî û tîtalê qencên dan û gavê para da daye. Şixwa Yezdan bi xweber jî ji qencîkaran hez dike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنْ تُطِيعُوا الَّذِينَ كَفَرُوا يَرُدُّوكُمْ عَلَىٰ أَعْقَابِكُمْ فَتَنْقَلِبُوا خَاسِرِينَ
Gelî bawergeran! Heke hûn bi gotinên wanê file bikin, ewan filanê wê we para da bizivirînin, îdî hûnê bibine ji wanê zîyankar
بَلِ اللَّهُ مَوْلَاكُمْ ۖ وَهُوَ خَيْرُ النَّاصِرِينَ
Na, (hûn bi gotina wan nekin) lê hûn bi gotina Yezdanê serkarê xwe bikin. Ewa Yezdana qencê arîkara ne
سَنُلْقِي فِي قُلُوبِ الَّذِينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ بِمَا أَشْرَكُوا بِاللَّهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِهِ سُلْطَانًا ۖ وَمَأْوَاهُمُ النَّارُ ۚ وَبِئْسَ مَثْوَى الظَّالِمِينَ
Bi rastî emî bi sedema wan tiştên, ku filan ewan tiştan dixistine hevrî ji bona Yezdan ra, qe tu hêz û berate ji bona hevrîtîya wan ra ne hatibûye hinartinê jî, tirsê bavêjine dilê wan (filan) û êwra wan (filan) agir e. Şûnwarê cevrkaran çi qasik e
وَلَقَدْ صَدَقَكُمُ اللَّهُ وَعْدَهُ إِذْ تَحُسُّونَهُمْ بِإِذْنِهِ ۖ حَتَّىٰ إِذَا فَشِلْتُمْ وَتَنَازَعْتُمْ فِي الْأَمْرِ وَعَصَيْتُمْ مِنْ بَعْدِ مَا أَرَاكُمْ مَا تُحِبُّونَ ۚ مِنْكُمْ مَنْ يُرِيدُ الدُّنْيَا وَمِنْكُمْ مَنْ يُرِيدُ الْآخِرَةَ ۚ ثُمَّ صَرَفَكُمْ عَنْهُمْ لِيَبْتَلِيَكُمْ ۖ وَلَقَدْ عَفَا عَنْكُمْ ۗ وَاللَّهُ ذُو فَضْلٍ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ
Bi sond! Di gava we neyarên xwe bi destûra Yezdan (xistibûne pêşîya xwe) dişkênandin, hûr dikirin. Yezdan ewa peymana xweyê, ku (bi servahatina we) dabû, pêk aniye. Lê ji piştî ku Yezdan ewa servehatine we ji hezdikirin bi we dabû xûyandinê, divê gavê da hûn rabûn ji hev belav bûn; we di mafê bûyerê da bi hev ra tekoşîn dikirin û we (guhdarêya fermana kesî nekir) hûn di hemberê wan fermana da dihatin; hineka ji we cîhan divan û hinekên ji we jî dan û gavê para divan. Paşê Yezdan hûn ji wan neyaran dane zivirandinê (hûn ji ber neyaran para da revîyan). ji bo ku Yezdan we biceribîne eva bûyera hanê bi serê we da anîye. Û bi sond! (ji piştî poşmanîya we, ji wan kirine we) Yezdan hûn baxişandine. Şixwa Yezdan ji bona bawergeran xweyê rûmeta tîtal e

Choose other languages: