Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #150 Translated in Kurdish

وَكَأَيِّنْ مِنْ نَبِيٍّ قَاتَلَ مَعَهُ رِبِّيُّونَ كَثِيرٌ فَمَا وَهَنُوا لِمَا أَصَابَهُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَمَا ضَعُفُوا وَمَا اسْتَكَانُوا ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الصَّابِرِينَ
Çi qas pêxember hebûne, ku pir zanan jî bi wan (pêxemberan va) di hemberê neyaran da qirîn kirine. Ewanan (bi sedema wan tiştên, ku di rêya Yezdan da hatiye serê wan), îdî sist ne bêne bê hêz û pintî û stûxwarî nekirine. Şixwa Yezdan bi xweber jî ji hevkeran hez dike
وَمَا كَانَ قَوْلَهُمْ إِلَّا أَنْ قَالُوا رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَإِسْرَافَنَا فِي أَمْرِنَا وَثَبِّتْ أَقْدَامَنَا وَانْصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ
Axiftina wan zanan hey eva bûye û gotine: “Xwedayê me! Tu ji bona me ra gunehên me û ewan dest belavînê me bibaxişîne û (Xweda! Tu) pê me di hemberê neyaran da bi cî bike û tu arîkarêya me li ser komalê file bike.”
فَآتَاهُمُ اللَّهُ ثَوَابَ الدُّنْيَا وَحُسْنَ ثَوَابِ الْآخِرَةِ ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Îdî Yezdan ji wan ra qencên cîhanî û tîtalê qencên dan û gavê para da daye. Şixwa Yezdan bi xweber jî ji qencîkaran hez dike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنْ تُطِيعُوا الَّذِينَ كَفَرُوا يَرُدُّوكُمْ عَلَىٰ أَعْقَابِكُمْ فَتَنْقَلِبُوا خَاسِرِينَ
Gelî bawergeran! Heke hûn bi gotinên wanê file bikin, ewan filanê wê we para da bizivirînin, îdî hûnê bibine ji wanê zîyankar
بَلِ اللَّهُ مَوْلَاكُمْ ۖ وَهُوَ خَيْرُ النَّاصِرِينَ
Na, (hûn bi gotina wan nekin) lê hûn bi gotina Yezdanê serkarê xwe bikin. Ewa Yezdana qencê arîkara ne

Choose other languages: