Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #14 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا لَنْ تُغْنِيَ عَنْهُمْ أَمْوَالُهُمْ وَلَا أَوْلَادُهُمْ مِنَ اللَّهِ شَيْئًا ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ وَقُودُ النَّارِ
Bi rastî ewanê bûne file hene! Mal û zarê wan, bi tu tiştî ewan ji Yezdan nadine parisandinê. Û ardûkê agir hey evan bi xweber in
كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ وَالَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا فَأَخَذَهُمُ اللَّهُ بِذُنُوبِهِمْ ۗ وَاللَّهُ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Ewanê beratên me didane derewdêrandinê hene! Temtêla wan wekî temtêla wan komalên ku di berya Fir’ewn da (hatibûne) û wekî temtêla malyê Fir’ewn in. Îdî Yezdan jî bi sedema gunehê wan, ewan (bi şapan) girtin. Yezdan bi rastî zor şapata
قُلْ لِلَّذِينَ كَفَرُوا سَتُغْلَبُونَ وَتُحْشَرُونَ إِلَىٰ جَهَنَّمَ ۚ وَبِئْسَ الْمِهَادُ
(Muhemmed! Tu ji bona wanê bûne file ra) Bêje: “Bi rastî hûnê di nêzîk da sernegûn bibin û hûnê li bal dojê da bêne civandinê.” Doj bi xweber jî çi qa sikê çîncîla ne
قَدْ كَانَ لَكُمْ آيَةٌ فِي فِئَتَيْنِ الْتَقَتَا ۖ فِئَةٌ تُقَاتِلُ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَأُخْرَىٰ كَافِرَةٌ يَرَوْنَهُمْ مِثْلَيْهِمْ رَأْيَ الْعَيْنِ ۚ وَاللَّهُ يُؤَيِّدُ بِنَصْرِهِ مَنْ يَشَاءُ ۗ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَعِبْرَةً لِأُولِي الْأَبْصَارِ
Bi sond! Ji bona we ra, di wan her du destên, ku ji bona qirînê, têne hemberê hev, beratên hişhildanî hene. Destek ji wan di rêya Yezdan da qirînê dike, desta mayî jî file ne. Ewa desta bawer dikin, evê desta file li ber çavan ducarê xwe dibînin. Yezdan jî evînê xwe bi arîkarêya xwe bi hêz dike. Divê bûyerê da ji bona wanê xweyî dîtinê ra hişhildan heye (yanî ewan bivê servahatinê bi ponijandin hiş hil didin)
زُيِّنَ لِلنَّاسِ حُبُّ الشَّهَوَاتِ مِنَ النِّسَاءِ وَالْبَنِينَ وَالْقَنَاطِيرِ الْمُقَنْطَرَةِ مِنَ الذَّهَبِ وَالْفِضَّةِ وَالْخَيْلِ الْمُسَوَّمَةِ وَالْأَنْعَامِ وَالْحَرْثِ ۗ ذَٰلِكَ مَتَاعُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَاللَّهُ عِنْدَهُ حُسْنُ الْمَآبِ
Ji bona merivan hezkirina jinan û zaran û komên ji zer û zîvan û revonê hespan û kerî û sûrîne tarişan û çandinî bi dil xwestin, hatîye xemilandinê. Evanan xişrê jîna cihanî ne. Û li bal Yezdan bi xweber da jî qencê şûnwaran heye, loma qencê zivirandina li bal wî da ne

Choose other languages: