Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #73 Translated in Kurdish

قُلْ إِنَّ الَّذِينَ يَفْتَرُونَ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ لَا يُفْلِحُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî ewanê, ku bi vir derewan li ser (navê Yezdan) dikin hene! Ewanan serfiraz nabin
مَتَاعٌ فِي الدُّنْيَا ثُمَّ إِلَيْنَا مَرْجِعُهُمْ ثُمَّ نُذِيقُهُمُ الْعَذَابَ الشَّدِيدَ بِمَا كَانُوا يَكْفُرُونَ
(Ji bona wan ra) di cîhanê da jîneke hindik heye. Paşê wê ewanê li bal me da bizivirin, paşê bi sedema, ku ewan filetî dikiribûne, emê bi wan şapateke zor bidine çeşne (tam) kirinê
وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ نُوحٍ إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ إِنْ كَانَ كَبُرَ عَلَيْكُمْ مَقَامِي وَتَذْكِيرِي بِآيَاتِ اللَّهِ فَعَلَى اللَّهِ تَوَكَّلْتُ فَأَجْمِعُوا أَمْرَكُمْ وَشُرَكَاءَكُمْ ثُمَّ لَا يَكُنْ أَمْرُكُمْ عَلَيْكُمْ غُمَّةً ثُمَّ اقْضُوا إِلَيَّ وَلَا تُنْظِرُونِ
(Muhemmed! Tu ji wan kesan ra) serdaborya Nûh bixûne; di gavakî da (Nûh) ji bona komalê xwe (aha) gotibû: “Gelî komalê min! Heke şûn û şîretên minê, ku ez bi beratên Yezdan ji bona we ra dikim; li ser we giran û mezin tê, min bi xweber xwe hispartîye Yezdan, îdî ji bona ku para da (ewan biryarên hûnê ji bona min ra hildin) bira ji bona we ra nebe kovan. Hûn û bi wan hevrîyên xwe va gotina xwe bixne yek, paşê ew e biryara, ku we (bi hev ra hildaye) bi serê min da bînin û qe li bal min da mêze nekin (dilê xwe ji bona min neşewitînin).”
فَإِنْ تَوَلَّيْتُمْ فَمَا سَأَلْتُكُمْ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَى اللَّهِ ۖ وَأُمِرْتُ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْمُسْلِمِينَ
(Ka îdî hûn ji bona çi rûyê xwe fetilînin?) Heke hûn rûyê xwe (ji şîretên min) difetilînin, min (ji bona şîretkirinê) ji we tu kirê ne xwastiye; kirya min hey li ser Yezdan e û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibime ji Misilmanan
فَكَذَّبُوهُ فَنَجَّيْنَاهُ وَمَنْ مَعَهُ فِي الْفُلْكِ وَجَعَلْنَاهُمْ خَلَائِفَ وَأَغْرَقْنَا الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۖ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُنْذَرِينَ
Bi vira jî dîsa ewan Nûh dane derewdêrandinê. Îdî me jî (Nûh) û ewan (hevalên wî ne) ku di kelekê da bi wî ra bûn fereste kirin û me ewan xistine şûnmaî (di zemîn da) hîştin û me ewanê, ku beratên me didane derew- dêrandinê fetisandin. Ka îdî tu mêze bike, ser encama wanê (ku hatibûne tirsandinê) ça bûye

Choose other languages: