Surah Yunus Ayahs #76 Translated in Kurdish
فَإِنْ تَوَلَّيْتُمْ فَمَا سَأَلْتُكُمْ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَى اللَّهِ ۖ وَأُمِرْتُ أَنْ أَكُونَ مِنَ الْمُسْلِمِينَ
(Ka îdî hûn ji bona çi rûyê xwe fetilînin?) Heke hûn rûyê xwe (ji şîretên min) difetilînin, min (ji bona şîretkirinê) ji we tu kirê ne xwastiye; kirya min hey li ser Yezdan e û ez bi xweber jî hatime fermankirinê, ku ez bibime ji Misilmanan
فَكَذَّبُوهُ فَنَجَّيْنَاهُ وَمَنْ مَعَهُ فِي الْفُلْكِ وَجَعَلْنَاهُمْ خَلَائِفَ وَأَغْرَقْنَا الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۖ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُنْذَرِينَ
Bi vira jî dîsa ewan Nûh dane derewdêrandinê. Îdî me jî (Nûh) û ewan (hevalên wî ne) ku di kelekê da bi wî ra bûn fereste kirin û me ewan xistine şûnmaî (di zemîn da) hîştin û me ewanê, ku beratên me didane derew- dêrandinê fetisandin. Ka îdî tu mêze bike, ser encama wanê (ku hatibûne tirsandinê) ça bûye
ثُمَّ بَعَثْنَا مِنْ بَعْدِهِ رُسُلًا إِلَىٰ قَوْمِهِمْ فَجَاءُوهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَمَا كَانُوا لِيُؤْمِنُوا بِمَا كَذَّبُوا بِهِ مِنْ قَبْلُ ۚ كَذَٰلِكَ نَطْبَعُ عَلَىٰ قُلُوبِ الْمُعْتَدِينَ
Paşê me di pey (Nûh da) pir pêxember li bal komalê wan da şandine. Îdî ewan (pîxemberan) bi beratên xûyayî va hatine bal (komalê) xwe da, ji ber ku komalê wan hêj di berê da (ewan tiştên, ku ewan pêxemberan ji wan komalê xwe ra gotibûne) dabûne derewdêrandinê, îdî komalê wan bi wan (gotinê pêxemberên xwe) bawer ne dikiribûne. Bi vî awayî em li ser dilê wan komalê, ku ji hedê xwe borî bûne duruf dikin
ثُمَّ بَعَثْنَا مِنْ بَعْدِهِمْ مُوسَىٰ وَهَارُونَ إِلَىٰ فِرْعَوْنَ وَمَلَئِهِ بِآيَاتِنَا فَاسْتَكْبَرُوا وَكَانُوا قَوْمًا مُجْرِمِينَ
Paşê me li pey (wan pêxemberan) da, Mûsa û Harûn: bi beratên xwe va, li bal Fir’ewn û koma wî da şandîye. Îdî (ewê komalê) quretî kirine (bi Mûsa bawer ne kirine). Bi rastî ewan komalekî nûsîtemkar bûne
فَلَمَّا جَاءَهُمُ الْحَقُّ مِنْ عِنْدِنَا قَالُوا إِنَّ هَٰذَا لَسِحْرٌ مُبِينٌ
Îdî (gava) ji bal me da, ji wan ra (mafên rastî hatine, ewan aha) gotine: "Bi rastî eva ançeke (sihir) xûya ye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
