Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #40 Translated in Kurdish

وَمَا يَتَّبِعُ أَكْثَرُهُمْ إِلَّا ظَنًّا ۚ إِنَّ الظَّنَّ لَا يُغْنِي مِنَ الْحَقِّ شَيْئًا ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِمَا يَفْعَلُونَ
Û pirên ji wan hey di binê peyrewê gomanan da nin. Bi rastî goman jî bi tu cureyî (merivan) ji mafê (heqê) nade parisandinê. Bi rastî Yezdan bi tişta, ku ewan dikin dizane
وَمَا كَانَ هَٰذَا الْقُرْآنُ أَنْ يُفْتَرَىٰ مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلَٰكِنْ تَصْدِيقَ الَّذِي بَيْنَ يَدَيْهِ وَتَفْصِيلَ الْكِتَابِ لَا رَيْبَ فِيهِ مِنْ رَبِّ الْعَالَمِينَ
Û eva Qur’ana hey li bal Yezdan (hatîye hinartinê). Qe tu maf tune ye; ku eva Qur’ana li bal wanê pêştirê Yezdan in, bi vir hatibe hînartinê. Lê ewa (Qur’ana) heye! Ewa hey rastdarya (wan pirtûkên di berya we da borîne) di- ke û ewê (pirtûkê bi biryarî) vedike. Qe tu dudilî tune ye, ku ewa (Qur’ana) hey ji Xudayê cîhan ê hatîye (hînartinê)
أَمْ يَقُولُونَ افْتَرَاهُ ۖ قُلْ فَأْتُوا بِسُورَةٍ مِثْلِهِ وَادْعُوا مَنِ اسْتَطَعْتُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
(Muhemmed!) qey ewan (ji bona te ra dibêjin): “Eva Qur’ana hanê (Muhemmed) bi vir aloze kirîye?" (Tu ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî heke hûn di doza xwe da rast in; ji pêştirê Yezdan, hûn çi dikarin gazî wî bikin (arîkarya hev bikin) îdî hûn jî ferkerekî wekî wê (Qur’anê) bînin
بَلْ كَذَّبُوا بِمَا لَمْ يُحِيطُوا بِعِلْمِهِ وَلَمَّا يَأْتِهِمْ تَأْوِيلُهُ ۚ كَذَٰلِكَ كَذَّبَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۖ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الظَّالِمِينَ
Na, (gotina wan nîne) ewan ew tiştên ku hêj zanîna bi wan tiştan ji wan ra ne hatibû ewan bi xweber jî bi wan nizan bûne, dane derewdêrandinê (hêj ji bona wan ra zanîna bi Qur’anê ne hatibûye, ewan Qur’an dane derewdêrandinê) ewanê berya van da jî wekî van (pirtûkan ji wan ra hatibûye) dane derewdêrandinê. Îdî tu mêze bike ka ser encama cewrkaran ça bûye
وَمِنْهُمْ مَنْ يُؤْمِنُ بِهِ وَمِنْهُمْ مَنْ لَا يُؤْمِنُ بِهِ ۚ وَرَبُّكَ أَعْلَمُ بِالْمُفْسِدِينَ
Û ji wan hinek hene, ku (bi Qur’anê) bawer dikin, û hinek jî hene, bi we bawer nakin û Xudayê te bi xweber jî bi wanê tevdanok çêtir dizane

Choose other languages: