Surah Yunus Ayahs #32 Translated in Kurdish
وَيَوْمَ نَحْشُرُهُمْ جَمِيعًا ثُمَّ نَقُولُ لِلَّذِينَ أَشْرَكُوا مَكَانَكُمْ أَنْتُمْ وَشُرَكَاؤُكُمْ ۚ فَزَيَّلْنَا بَيْنَهُمْ ۖ وَقَالَ شُرَكَاؤُهُمْ مَا كُنْتُمْ إِيَّانَا تَعْبُدُونَ
Di roya ku em ewan hemûşkan (bi hev ra) dicivînin paşê em ji bona wanê hevrî çê kirine (aha) dibêjin: “Gelî hevrîçêkeran!) Hûn bi wan (pûtên) hevrîyên xwe va (herne) şûna xwe ye (ku babet e ji bona we ra)." Îdî me di nava wan û hevrîyên wan da (bi hemûtî bendê hevaltîyê) pizirandibû (ça di cîhanê da di nava wan da bend hebû, îdî ne maye) û hevrîyên wan ji bona wan ra (aha) gotine: "(Gelî hevrîyên me!) we ji bona me ra perestî ne dikir (lê hûn li pey gomanên xwe diçûn)
فَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ إِنْ كُنَّا عَنْ عِبَادَتِكُمْ لَغَافِلِينَ
Îdî a di naha da, Yezdan di nava me û we da bi şahidî besê me ye. Bi sond! Ji wê perestîya we ye, ku we ji bona me ra dikiribûne, qe tu gomana me tune ye
هُنَالِكَ تَبْلُو كُلُّ نَفْسٍ مَا أَسْلَفَتْ ۚ وَرُدُّوا إِلَى اللَّهِ مَوْلَاهُمُ الْحَقِّ ۖ وَضَلَّ عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
(Di wê royê da) hemû candar kirinê xwe diceribînin (kar û zîyana wan kirinê xwe dibînin) û ewanan li bal serkarê xweyê maf; ku Yezdanê têne zivirandinê, îdî ewan (peresteyên wanên, ku ewan ji bona wan ra) bi vir (perestî dikiribûne) ji wan wunda bûne
قُلْ مَنْ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ أَمَّنْ يَمْلِكُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَمَنْ يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَمَنْ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ ۚ فَسَيَقُولُونَ اللَّهُ ۚ فَقُلْ أَفَلَا تَتَّقُونَ
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: " (Gelo hûn qe diponijin!) ka ji ezman û ji zemîn ji bona we ra rojîyan (rizq) kî dide? (gelo) bîhîstinê û dîtinê kî (dikare) bixe binê hêza xwe? Û (gelo) zindîyan ji hirîyan û mirîyan ji zindîyan, kî ye derdixe? Û (gelo ewê) ku tedarika hemûşk bûyeran dike, kî ye? Îdî ewanê (di bersiva te da aha) bêjin: "Ewê van bûyeran hemûşk dike) ewa Yezdan e." Îdî (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn qey îdî (xwe ji şapata Yezdan) naparisînin?”
فَذَٰلِكُمُ اللَّهُ رَبُّكُمُ الْحَقُّ ۖ فَمَاذَا بَعْدَ الْحَقِّ إِلَّا الضَّلَالُ ۖ فَأَنَّىٰ تُصْرَفُونَ
Ewê bi wan salixan tê salixdanê, ewa Xudayê me yê rast e. Îdî şixwa ji piştî rastîyê, ji pêştirê (rê) wundabûnê qe tu tişt tune ye. Îdî (gelo) hûn ça ji rastîyê têne zivirandinê
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
