Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #99 Translated in Kurdish

كَأَنْ لَمْ يَغْنَوْا فِيهَا ۗ أَلَا بُعْدًا لِمَدْيَنَ كَمَا بَعِدَتْ ثَمُودُ
(Wusa dêriz bn) te digo qey ewan qe di wan xanîyan da ne jîne. Bi zanîn hişyar bin! Ça komalê Semûd (bi şapatan) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne) wusa jî (komalê ku li bajarê Medyenê rûdiniştin) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne)
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مُوسَىٰ بِآيَاتِنَا وَسُلْطَانٍ مُبِينٍ
Bi sond! Me Mûsa bi beratên bi hêzên xûyayî va şandîye
إِلَىٰ فِرْعَوْنَ وَمَلَئِهِ فَاتَّبَعُوا أَمْرَ فِرْعَوْنَ ۖ وَمَا أَمْرُ فِرْعَوْنَ بِرَشِيدٍ
Li bal Fir’ewn û koma wî da, îdî ewa (koma wî) bûne peyrewê fermanên Fir’ewn û fermanê Fir’ewn bi xweber jî xuzan û rêber ne bûne
يَقْدُمُ قَوْمَهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فَأَوْرَدَهُمُ النَّارَ ۖ وَبِئْسَ الْوِرْدُ الْمَوْرُودُ
Di roya rabûna hemûtî da (Fir’ewn) dibe pêşrewanê koma xwe, îdî (Fir’ewn, ewê koma xwe) dibe agir. Ewa şûna ku ewan çûnê, çi qa sikê şûnan e
وَأُتْبِعُوا فِي هَٰذِهِ لَعْنَةً وَيَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ بِئْسَ الرِّفْدُ الْمَرْفُودُ
Di vê (cîhanê da) û di roya rabûna hemûtî da jî, deherandina (ji dilovanîya Yezdan) bûye peyrewê wan. Eva çiqa bexşîşeke sik e

Choose other languages: