Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #98 Translated in Kurdish

وَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا شُعَيْبًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَأَخَذَتِ الَّذِينَ ظَلَمُوا الصَّيْحَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دِيَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Û di gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, îdî me Şu’eyb û ewanê ku bi wî ra bawer kirine hene! Bi dilovanîyeke ji xwe (ji wê şapatê) fereste kir. Ewanê cewr kiribûne hene! (ewî dengê şapatê) bi wan girtibû, ewan (di xanîyên) xwe da li ser çokan bê can mabûne
كَأَنْ لَمْ يَغْنَوْا فِيهَا ۗ أَلَا بُعْدًا لِمَدْيَنَ كَمَا بَعِدَتْ ثَمُودُ
(Wusa dêriz bn) te digo qey ewan qe di wan xanîyan da ne jîne. Bi zanîn hişyar bin! Ça komalê Semûd (bi şapatan) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne) wusa jî (komalê ku li bajarê Medyenê rûdiniştin) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne)
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مُوسَىٰ بِآيَاتِنَا وَسُلْطَانٍ مُبِينٍ
Bi sond! Me Mûsa bi beratên bi hêzên xûyayî va şandîye
إِلَىٰ فِرْعَوْنَ وَمَلَئِهِ فَاتَّبَعُوا أَمْرَ فِرْعَوْنَ ۖ وَمَا أَمْرُ فِرْعَوْنَ بِرَشِيدٍ
Li bal Fir’ewn û koma wî da, îdî ewa (koma wî) bûne peyrewê fermanên Fir’ewn û fermanê Fir’ewn bi xweber jî xuzan û rêber ne bûne
يَقْدُمُ قَوْمَهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فَأَوْرَدَهُمُ النَّارَ ۖ وَبِئْسَ الْوِرْدُ الْمَوْرُودُ
Di roya rabûna hemûtî da (Fir’ewn) dibe pêşrewanê koma xwe, îdî (Fir’ewn, ewê koma xwe) dibe agir. Ewa şûna ku ewan çûnê, çi qa sikê şûnan e

Choose other languages: