Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #87 Translated in Kurdish

مُسَوَّمَةً عِنْدَ رَبِّكَ ۖ وَمَا هِيَ مِنَ الظَّالِمِينَ بِبَعِيدٍ
(Evan herîyên bivan salixan) li bal Xudayê te berate ne (binav in). Ewa (şapata bivi awayî) dûrê cewrkaran nîne
وَإِلَىٰ مَدْيَنَ أَخَاهُمْ شُعَيْبًا ۚ قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُمْ مِنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ ۖ وَلَا تَنْقُصُوا الْمِكْيَالَ وَالْمِيزَانَ ۚ إِنِّي أَرَاكُمْ بِخَيْرٍ وَإِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ مُحِيطٍ
Û me (li bal welatên) Medyenê da birayê wan ê (bi nav) Şu’eyb (bi pêxemberi şandîye. Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdan ra perestî bikin; ji bona we ra ji pêştirê wî qe tu perestvan tune ye. Û hûn pîvan û kêşan kêm nekin, bi rastî ez we berxudar û dewlemend dibînim. Bi rastî (heke hûn dest ji van xaxan bernedin) ez ditirsim, ku bi ser we da şapata wê roya, ku şapata wê hemûtî ye, were
وَيَا قَوْمِ أَوْفُوا الْمِكْيَالَ وَالْمِيزَانَ بِالْقِسْطِ ۖ وَلَا تَبْخَسُوا النَّاسَ أَشْيَاءَهُمْ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ
“Û gelê min! Hûn bi dadvanî: pîvan û kêşanê (xwe) pêk bînin, hûn zîyana merivan, di tiştê wan da nekin û hûn ji bona têkilkirinê di zemîn da tevdanî nekin.”
بَقِيَّتُ اللَّهِ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ ۚ وَمَا أَنَا عَلَيْكُمْ بِحَفِيظٍ
“Heke hûn bi rastî bawer dikin, ewan hîştine Yezdan (ji kara; ku ji kirîn û firotinê dimîne) ji bona we ra çêtir e. Bi rastî es bi xweber jî bi parisvanî li ser we çavnêr nînim.”
قَالُوا يَا شُعَيْبُ أَصَلَاتُكَ تَأْمُرُكَ أَنْ نَتْرُكَ مَا يَعْبُدُ آبَاؤُنَا أَوْ أَنْ نَفْعَلَ فِي أَمْوَالِنَا مَا نَشَاءُ ۖ إِنَّكَ لَأَنْتَ الْحَلِيمُ الرَّشِيدُ
(Komalê Şu’eyb bi bersivî aha) gotine: "Şu’eyb! Qey nimêja te ye fermana te dike, ku em dest ji perestîya wan tiştên bav û kalê me ji wan ra perestî dikirin, berdin û sixurandina malê xwe wekî dilxwastina xwe nekin? Bi rastî (Şu’eyb!) tu xûynermê xuzan bûyî

Choose other languages: