Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #73 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ جَاءَتْ رُسُلُنَا إِبْرَاهِيمَ بِالْبُشْرَىٰ قَالُوا سَلَامًا ۖ قَالَ سَلَامٌ ۖ فَمَا لَبِثَ أَنْ جَاءَ بِعِجْلٍ حَنِيذٍ
Û bi sond! (firişteyên meyên) saî ji bona mizgînîyê hatine bal Îbrahîm. (Ewan firiştan ji bona Îbrahîm ra aha) gotine: "Selam." (Îbrahîm jî di bersiva wan da aha) gotîye: “Selam.” (Jîn) îdî îbrahîm qe ne hewya heya ji bona wan (firiştên saî ra) golikeke qelew e, qelandî anî
فَلَمَّا رَأَىٰ أَيْدِيَهُمْ لَا تَصِلُ إِلَيْهِ نَكِرَهُمْ وَأَوْجَسَ مِنْهُمْ خِيفَةً ۚ قَالُوا لَا تَخَفْ إِنَّا أُرْسِلْنَا إِلَىٰ قَوْمِ لُوطٍ
Gava Îbrahîm dît; ku ewan (saîyan ji bona xwarinê) destê xwe direjî li bal (wê golika qelandî) nakin, îdî (Îbrahim) ji wan (saîyan) vecinîqî, ji tirsa ji wan (saîyan) silikî. Ewan (saîyan, gava temtêla Îbrahîm dîtine; ji bona wî ra aha) gotine: "Îbrahim! Tu ji me netirse; bi rastî em li bal komalê Lût da hatine şandinê
وَامْرَأَتُهُ قَائِمَةٌ فَضَحِكَتْ فَبَشَّرْنَاهَا بِإِسْحَاقَ وَمِنْ وَرَاءِ إِسْحَاقَ يَعْقُوبَ
Jina (Îbrahîm) li pîya (di xebata wan da, gava evan mijûlyan bihîst) bi wan kenîya, îdî me jî (di cara yekem da ewa jinika) bi lshaq û di pey lshaq da jî bi Yaqûb daye mizgîndanê
قَالَتْ يَا وَيْلَتَىٰ أَأَلِدُ وَأَنَا عَجُوزٌ وَهَٰذَا بَعْلِي شَيْخًا ۖ إِنَّ هَٰذَا لَشَيْءٌ عَجِيبٌ
(Jinika Îbrahîm aha) gotîye: "Xwelî li minbe! Ez jineke pîr im, eva mêrê, min e: kalek e. Ezê ça zaran bînim? Bi rastî eva tiştekî sodret e
قَالُوا أَتَعْجَبِينَ مِنْ أَمْرِ اللَّهِ ۖ رَحْمَتُ اللَّهِ وَبَرَكَاتُهُ عَلَيْكُمْ أَهْلَ الْبَيْتِ ۚ إِنَّهُ حَمِيدٌ مَجِيدٌ
Ewan (firiştên saî ji bona wê jinikê ra aha) gotine: "Malîyên (Îbrahîm!) dilovanî û pîrozaya Yezdan li ser we ye, bi vî ra jî hêj hûn ji fermana Yezdan sodret dimînin? Bi rastî ewa pesinvanê comerd e

Choose other languages: