Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #62 Translated in Kurdish

وَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا هُودًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَنَجَّيْنَاهُمْ مِنْ عَذَابٍ غَلِيظٍ
Û di gava fermana me (bi teşqeledana wan) hatîye; me Hûd û ewanê bi Hûd bawer kirine, bi dilovanîya xwe fereste kirîye. Bi rastî me ewan ji şapateke stûr fereste kirîye
وَتِلْكَ عَادٌ ۖ جَحَدُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ وَعَصَوْا رُسُلَهُ وَاتَّبَعُوا أَمْرَ كُلِّ جَبَّارٍ عَنِيدٍ
Û evanê (bi van salixan hatine salixkirinê) hene! Ewan komalê bi nav Ad in. Ewan bi beratên Xudayê xwe bi hînçkarî bawer ne kirine û ewan bûne peyrewê fermanên hemûşk serokên zorên hînçkar
وَأُتْبِعُوا فِي هَٰذِهِ الدُّنْيَا لَعْنَةً وَيَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ أَلَا إِنَّ عَادًا كَفَرُوا رَبَّهُمْ ۗ أَلَا بُعْدًا لِعَادٍ قَوْمِ هُودٍ
Di vê cîhanê da û di roya rabûna hemû da jî, deherandina (Yezdan) bûye peyrewê wan. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî (komalê) Ad filetîya Xudayê xwe kirine. (Hûn hişyar bin!) Bi rastî dûr (dilovanîya Yezdan) ji bona komalê (bi nav) Ad ra ne,ewan jî ji komalê Hûd in
وَإِلَىٰ ثَمُودَ أَخَاهُمْ صَالِحًا ۚ قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُمْ مِنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ ۖ هُوَ أَنْشَأَكُمْ مِنَ الْأَرْضِ وَاسْتَعْمَرَكُمْ فِيهَا فَاسْتَغْفِرُوهُ ثُمَّ تُوبُوا إِلَيْهِ ۚ إِنَّ رَبِّي قَرِيبٌ مُجِيبٌ
Û (me li bal komalê bi nav) Semûd ra, birayê wan ê Salih! (bi pêxemberî şandiye; Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji bona Yezdan ra perestî bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî (Yezdanê, ku babetê ji bona perestîyê) qe tu perestvan tune ye. Ewî hûn ji zemîn afirandine û hûn di zemîn da dane jînandinê. Îdî hûn baxişandina xwe hey ji wî bixwazin û hûnê li bal wî da para da bizivirin. Bi rastî Xudayê min nêzîk e: bersiva (daxwazan) dide
قَالُوا يَا صَالِحُ قَدْ كُنْتَ فِينَا مَرْجُوًّا قَبْلَ هَٰذَا ۖ أَتَنْهَانَا أَنْ نَعْبُدَ مَا يَعْبُدُ آبَاؤُنَا وَإِنَّنَا لَفِي شَكٍّ مِمَّا تَدْعُونَا إِلَيْهِ مُرِيبٍ
(Ewî komalî ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Bi rastî di berya naha da tu di nava me da (merivekî pêşrewan bû î); Ji te hêvî dihatine kirinê. Tu ça me ji perestîya wan (tiştên) ku bav û kalên me ji wan ra perestî dikirin, didî para da? Bi rastî em bi xweber jî bi dudilî ji perestîya wî tişta ku tu me li bal (perestîya wî da) gazî dikî di şikê da nin

Choose other languages: