Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #59 Translated in Kurdish

مِنْ دُونِهِ ۖ فَكِيدُونِي جَمِيعًا ثُمَّ لَا تُنْظِرُونِ
“Ji pêştirê Yezdan, îdî hûn hemûşk jî ji bona min ra defikan bi xaxî daynin, paşê qe li min mêze nekin.”
إِنِّي تَوَكَّلْتُ عَلَى اللَّهِ رَبِّي وَرَبِّكُمْ ۚ مَا مِنْ دَابَّةٍ إِلَّا هُوَ آخِذٌ بِنَاصِيَتِهَا ۚ إِنَّ رَبِّي عَلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ
Bi rastî min xwe hispartîye Yezdan, ewa Xudayê min e û Xudayê we ye jî. Çiqa rewar hene! Yezdan bi tûncika wan hemûşkan girtîye (Ewan wekî gotina xwe digihîne). Bi rastî Xudayê min li ser rêya rast e (dadvan e)
فَإِنْ تَوَلَّوْا فَقَدْ أَبْلَغْتُكُمْ مَا أُرْسِلْتُ بِهِ إِلَيْكُمْ ۚ وَيَسْتَخْلِفُ رَبِّي قَوْمًا غَيْرَكُمْ وَلَا تَضُرُّونَهُ شَيْئًا ۚ إِنَّ رَبِّي عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَفِيظٌ
Heke hûn (ji bawerîyê) para da herin, îdî hûn (bi zanin)! Ku bi rastî min ji bona we ra ewan (biryarên ku Yezdan) ez bi wan (biryaran) li bal we da (bi pêxemberî) şandime, bi gîhandî gotîye. Û Xudayê min dikare (we teşqele bike) di şûna we da jî komalekî mayî bixe şûnmayê. Û qe hûn nikarin bi tu tiştî ziyana wî bikin jî. Bi rastî Xudayê min li ser hemû tiştan parisvan e
وَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا هُودًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَنَجَّيْنَاهُمْ مِنْ عَذَابٍ غَلِيظٍ
Û di gava fermana me (bi teşqeledana wan) hatîye; me Hûd û ewanê bi Hûd bawer kirine, bi dilovanîya xwe fereste kirîye. Bi rastî me ewan ji şapateke stûr fereste kirîye
وَتِلْكَ عَادٌ ۖ جَحَدُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ وَعَصَوْا رُسُلَهُ وَاتَّبَعُوا أَمْرَ كُلِّ جَبَّارٍ عَنِيدٍ
Û evanê (bi van salixan hatine salixkirinê) hene! Ewan komalê bi nav Ad in. Ewan bi beratên Xudayê xwe bi hînçkarî bawer ne kirine û ewan bûne peyrewê fermanên hemûşk serokên zorên hînçkar

Choose other languages: