Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #37 Translated in Kurdish

قَالَ إِنَّمَا يَأْتِيكُمْ بِهِ اللَّهُ إِنْ شَاءَ وَمَا أَنْتُمْ بِمُعْجِزِينَ
(Nûh aha) gotîye: "Bi rastî heke Yezdan bivê wê ewê hey ewê şapatê ji bona we ra bîne û hûn bi xweber jî nikarin ewî şapatdanê bidine bêzarkirinê, ku şapatê nede we
وَلَا يَنْفَعُكُمْ نُصْحِي إِنْ أَرَدْتُ أَنْ أَنْصَحَ لَكُمْ إِنْ كَانَ اللَّهُ يُرِيدُ أَنْ يُغْوِيَكُمْ ۚ هُوَ رَبُّكُمْ وَإِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Heke Yezdan teşqelêdana we bivê, qe şîretên min ji bona we ra bi kêr nayê. Ewa Xudayê we ye, hûnê hey li bal wî da bizivirin
أَمْ يَقُولُونَ افْتَرَاهُ ۖ قُلْ إِنِ افْتَرَيْتُهُ فَعَلَيَّ إِجْرَامِي وَأَنَا بَرِيءٌ مِمَّا تُجْرِمُونَ
Qey ewan (ji bona te ra Muhemmed! aha) dibêjin: "Eva, (serdaborya Nûh, Muhemmed) li bal xwe da bi vir aloze kirîye ji bona me ra bivan, şîretan dike." Tu ji bona wan ra (aha) bêje: "Heke min ewan ji ber xwe da aloze kirine, îdî sikatîya min li ser min e û ez bi xweber jî ji wan sikatîyên, ku hûn dikin, bê gûr û bê goman im
وَأُوحِيَ إِلَىٰ نُوحٍ أَنَّهُ لَنْ يُؤْمِنَ مِنْ قَوْمِكَ إِلَّا مَنْ قَدْ آمَنَ فَلَا تَبْتَئِسْ بِمَا كَانُوا يَفْعَلُونَ
Û li bal Nûh da hatîye niqandinê: "Bi rastî ji temtêla wan (hatîye zanînê) ku ji pêştirê wanê bawer kirine, îdî ji komalê te qe tu kes bawer nakin, îdî ji bona wan tiştên, ku ewan dikin qe tu kovanê nekişîne
وَاصْنَعِ الْفُلْكَ بِأَعْيُنِنَا وَوَحْيِنَا وَلَا تُخَاطِبْنِي فِي الَّذِينَ ظَلَمُوا ۚ إِنَّهُمْ مُغْرَقُونَ
Û (Nûh!) tu kelekê bi (dîdevanî û bi niqandina me çê bike û tu ji bona wanê ku cewr kirine, ji min lava neke (ji bo ku ez ewan cewrkaran ji teşqelê fereste bikin). Bi rastî ewanê avê da bifetisin

Choose other languages: