Surah Hud Ayahs #6 Translated in Kurdish
أَلَّا تَعْبُدُوا إِلَّا اللَّهَ ۚ إِنَّنِي لَكُمْ مِنْهُ نَذِيرٌ وَبَشِيرٌ
Ji bo ku hûn hey perestîya Yezdan bi tenê bikin. Bi rastî ez ji bal wî da ji bona we ra bi tirsdanok û mixgînvan (hatime şandinê)
وَأَنِ اسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُوا إِلَيْهِ يُمَتِّعْكُمْ مَتَاعًا حَسَنًا إِلَىٰ أَجَلٍ مُسَمًّى وَيُؤْتِ كُلَّ ذِي فَضْلٍ فَضْلَهُ ۖ وَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ كَبِيرٍ
Û (ji bo ku hûn) baxişana xwe ji Xudayê xwe bixwezin. Û paşê, ku hûn ji kirinê xwe poşman bibin li bal Xudayê xwe da, bizivirin; ku Xuda jî heya wî danê navdaî we bi qencê jînan, bide jînandinê û ewa ji bona hemûşk rûmetdaran ji rûmeta xwe, wan rûmetdar bike. Û heke hûn (ji van şîret û gotinan) rû bifetilînin, îdî (hûn bizanin!) bi rastî ez ji wê şapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim
إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Hey şûna hewa we ye (ku hûnê li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. Û ewa bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e
أَلَا إِنَّهُمْ يَثْنُونَ صُدُورَهُمْ لِيَسْتَخْفُوا مِنْهُ ۚ أَلَا حِينَ يَسْتَغْشُونَ ثِيَابَهُمْ يَعْلَمُ مَا يُسِرُّونَ وَمَا يُعْلِنُونَ ۚ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Hûn hişyar bin! Bi rastî ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an û ji gotinê (Muhemmed) xwe veşerin; singe xwe duta dikirin (ji rastîyî vedişartin). Hişyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razanê) xwe di nava kincên xwe da dipêçin û vedişerin jî, Yezdan dîsa bi wan tiştên, ku ewan vedişerin û vedikin û diyar dikin, dizane. Bi rastî Yezdan bi tişta di singa da veşartî dizane
وَمَا مِنْ دَابَّةٍ فِي الْأَرْضِ إِلَّا عَلَى اللَّهِ رِزْقُهَا وَيَعْلَمُ مُسْتَقَرَّهَا وَمُسْتَوْدَعَهَا ۚ كُلٌّ فِي كِتَابٍ مُبِينٍ
Û çiqa rewar di zemîn da hene! rozîya wan hemûşkan hey Yezdan dide û ewa bi şûna wan rewaran, di gava (dibine beden) di şûna xwe da diêwirin û ji şûna xwe derdikebin (bê beden dimînin) diçin, dizane. (Ya jî bi şûna wanê cîhanî û bi şûna wan e, ku hêj di tovê xwe da nin dizane). Evan bûyeran hemûşk jî di nivîsareke (hijmarî) û daveger da nin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
