Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #5 Translated in Kurdish

الر ۚ كِتَابٌ أُحْكِمَتْ آيَاتُهُ ثُمَّ فُصِّلَتْ مِنْ لَدُنْ حَكِيمٍ خَبِيرٍ
R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpan dizane). Eva pirtûka hanê (pirtûkeke wusa ne) ku ji bal Yezdanê bijejkeyî agahdar da, beratên wê hatine hêz kirin, paşê hatîne vekirinê
أَلَّا تَعْبُدُوا إِلَّا اللَّهَ ۚ إِنَّنِي لَكُمْ مِنْهُ نَذِيرٌ وَبَشِيرٌ
Ji bo ku hûn hey perestîya Yezdan bi tenê bikin. Bi rastî ez ji bal wî da ji bona we ra bi tirsdanok û mixgînvan (hatime şandinê)
وَأَنِ اسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُوا إِلَيْهِ يُمَتِّعْكُمْ مَتَاعًا حَسَنًا إِلَىٰ أَجَلٍ مُسَمًّى وَيُؤْتِ كُلَّ ذِي فَضْلٍ فَضْلَهُ ۖ وَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ كَبِيرٍ
Û (ji bo ku hûn) baxişana xwe ji Xudayê xwe bixwezin. Û paşê, ku hûn ji kirinê xwe poşman bibin li bal Xudayê xwe da, bizivirin; ku Xuda jî heya wî danê navdaî we bi qencê jînan, bide jînandinê û ewa ji bona hemûşk rûmetdaran ji rûmeta xwe, wan rûmetdar bike. Û heke hûn (ji van şîret û gotinan) rû bifetilînin, îdî (hûn bizanin!) bi rastî ez ji wê şapata roya mezin, ku bi ser we da were, ditirsim
إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Hey şûna hewa we ye (ku hûnê li bal da) bizivirin; ewa li bal Yezdan e. Û ewa bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e
أَلَا إِنَّهُمْ يَثْنُونَ صُدُورَهُمْ لِيَسْتَخْفُوا مِنْهُ ۚ أَلَا حِينَ يَسْتَغْشُونَ ثِيَابَهُمْ يَعْلَمُ مَا يُسِرُّونَ وَمَا يُعْلِنُونَ ۚ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Hûn hişyar bin! Bi rastî ewan (filan) ji bona, ku ji xwendina (Qur’an û ji gotinê (Muhemmed) xwe veşerin; singe xwe duta dikirin (ji rastîyî vedişartin). Hişyar bin! Di gava (ku ewana ji bona razanê) xwe di nava kincên xwe da dipêçin û vedişerin jî, Yezdan dîsa bi wan tiştên, ku ewan vedişerin û vedikin û diyar dikin, dizane. Bi rastî Yezdan bi tişta di singa da veşartî dizane

Choose other languages: