Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #32 Translated in Kurdish

قَالَ يَا قَوْمِ أَرَأَيْتُمْ إِنْ كُنْتُ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِنْ رَبِّي وَآتَانِي رَحْمَةً مِنْ عِنْدِهِ فَعُمِّيَتْ عَلَيْكُمْ أَنُلْزِمُكُمُوهَا وَأَنْتُمْ لَهَا كَارِهُونَ
(Nûh di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka ji min ra bêjin) heke ji Xudayê min rêyên xûyayî û biryarên rast li bal min da hatibin û Xudayê min li bal xwe da bi dilovanî (pêxemberî) dabe min, ewan (biryar û dilovanî) ji we hatibin veşartinê (hûn jî bi wan bawer nekin) hene! Qey gava hûn bi wan (bawer nekin) emê bi zor bi we bidine bawer kirinê
وَيَا قَوْمِ لَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مَالًا ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَى اللَّهِ ۚ وَمَا أَنَا بِطَارِدِ الَّذِينَ آمَنُوا ۚ إِنَّهُمْ مُلَاقُو رَبِّهِمْ وَلَٰكِنِّي أَرَاكُمْ قَوْمًا تَجْهَلُونَ
Gelê min! Ez ji bona (vê pêxemberîya xwe jî) qe tu malekî ji we naxwezim, kirya min hey li ser Yezdan e (ji bona ku hûn ewan navên) ez nikarim ewanê ku bawer kiribin, bixme der. Bi rastî ewanê bigehêjne Xudayê xwe (ewanê fereste bin. ezê ça ewan derxime derva?) Û Lê bi rastî ez dibînim, ku hûn komalekî (wusa nin) xwe davêjine nezanîyê
وَيَا قَوْمِ مَنْ يَنْصُرُنِي مِنَ اللَّهِ إِنْ طَرَدْتُهُمْ ۚ أَفَلَا تَذَكَّرُونَ
Û gelê min! Îdî qe hûn naponijin heke ez ewan (bawergeran li bal xwe) derxime derva (gava şapata Yezdan ji bona tûla wan bi min da were) gelo kî dikare arîkarîya min bike (ewê şapatê ji min bide para da)
وَلَا أَقُولُ لَكُمْ عِنْدِي خَزَائِنُ اللَّهِ وَلَا أَعْلَمُ الْغَيْبَ وَلَا أَقُولُ إِنِّي مَلَكٌ وَلَا أَقُولُ لِلَّذِينَ تَزْدَرِي أَعْيُنُكُمْ لَنْ يُؤْتِيَهُمُ اللَّهُ خَيْرًا ۖ اللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا فِي أَنْفُسِهِمْ ۖ إِنِّي إِذًا لَمِنَ الظَّالِمِينَ
(Gelê min!) Ez ji bona we ra nabêjim: "Xezînê Yezdan li bal min hene (werin, ezê ji bona we ra bidim). Bi rastî ez ji tiştên ne ber çavî jî nizanim." Û ez nabêjim: "Ku bi rastî ez firişteme;" Û ez ji bona wanê, ku hûn ewan piçûk dibînin, aha jî nabêjim: "Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu qencî nade." Yezdan bi tişta di dilê wan da çêtir dizane. Bi rastî gava, ku ez evanê (borî bêjim) di wê gavê da ez dibime ji wanê cewrkar
قَالُوا يَا نُوحُ قَدْ جَادَلْتَنَا فَأَكْثَرْتَ جِدَالَنَا فَأْتِنَا بِمَا تَعِدُنَا إِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِقِينَ
Ewan (komalê pêşrewan ji bona wî ra aha) gotine: "Nûh bi sond! Te bi me ra tekoşîn kir û tu di tekoşîna bi me ra jî pir pêş va çûyî. Heke tu di doza xwe da rastî, ka îdî ewan şapatên, ku tu me bi wan ditirsînî, ji bona me ra bîne

Choose other languages: