Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #17 Translated in Kurdish

أَمْ يَقُولُونَ افْتَرَاهُ ۖ قُلْ فَأْتُوا بِعَشْرِ سُوَرٍ مِثْلِهِ مُفْتَرَيَاتٍ وَادْعُوا مَنِ اسْتَطَعْتُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Qey ewan (aha) dibêjin: "(Muhemmed eva Qur’ana li bal xwe da) aloze kirîye (ku tu jî ji wan bihêrs dibî?" Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ji pêştirê Yezdan hêza we digihêje çi, hûn gazî wan jî bikin, hûn jî deh ferkerên wekî (we Qur’anê) aloze bikin, bînin
فَإِلَّمْ يَسْتَجِيبُوا لَكُمْ فَاعْلَمُوا أَنَّمَا أُنْزِلَ بِعِلْمِ اللَّهِ وَأَنْ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۖ فَهَلْ أَنْتُمْ مُسْلِمُونَ
Îdî (gelî filan!) heke ewan tiştên, ku hûn (bi wan bawer in) bi pisyarî (arîkarya we nekirin) hûn bizanin. ku bi rastî (ewa Qur’ana) bi zanîna Yezdan hatîye hînartinê û ji pêştirê wî jî (tu tiştî babetê perestîyê) tune ye. Îdî gelo hûnê teslîm bibin
مَنْ كَانَ يُرِيدُ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا وَزِينَتَهَا نُوَفِّ إِلَيْهِمْ أَعْمَالَهُمْ فِيهَا وَهُمْ فِيهَا لَا يُبْخَسُونَ
Kesê jîn û xemla cîhanê bivê, emê ji bona wan ra (di cîhanê da bê kemasî) kirya wan bidine wan, ewan di cîhanê da jî qe tu kêmasî nabînin
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ لَيْسَ لَهُمْ فِي الْآخِرَةِ إِلَّا النَّارُ ۖ وَحَبِطَ مَا صَنَعُوا فِيهَا وَبَاطِلٌ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Evanê ku bi van salixan hatine salixkirinê hene! Ji bona wan ra di para da hey agir heye. Ewan pêşeyên wan e, ku ewan kirine, di para da hemûşk şewitîne û ewan kirinê wan hemûşk pûç bûne
أَفَمَنْ كَانَ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِنْ رَبِّهِ وَيَتْلُوهُ شَاهِدٌ مِنْهُ وَمِنْ قَبْلِهِ كِتَابُ مُوسَىٰ إِمَامًا وَرَحْمَةً ۚ أُولَٰئِكَ يُؤْمِنُونَ بِهِ ۚ وَمَنْ يَكْفُرْ بِهِ مِنَ الْأَحْزَابِ فَالنَّارُ مَوْعِدُهُ ۚ فَلَا تَكُ فِي مِرْيَةٍ مِنْهُ ۚ إِنَّهُ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يُؤْمِنُونَ
(Qe evanê, ku bi van salixan hatine salixdanê) wekî wanê, ku ji Xudayê wan ji wan ra rêya diyarî hatibe û ji Xudayê wan (beratên ji Qur’anê) bi şahidî (ji bona rêya rast) ji wan ra bê xundinê û hêj di berya (Qur’anê da jî) pirtûka Mûsa (Tewrat) ku pêşrevan û dilovîn bûye (eva rêya rast daye hêzkirine) wekî hev dibin? Evanê bi van (salixên) rast hatine salixkirinê he- ne! Ewan bi Qur’anê bawer dikin. Û kîjan part bi Qur’anê bibe fiLê, bi rastî şûna wî agir e, îdî bira ji bona te ra di mafê Qur’anê da qe tu dudilî çê nebe. Bi rastî ewa Qur’ana ji Xudayê te bi mafî (hatîye). Lê pirên ji kesan (bi Qur’anê) bawer nakin

Choose other languages: