Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #101 Translated in Kurdish

الْأَعْرَابُ أَشَدُّ كُفْرًا وَنِفَاقًا وَأَجْدَرُ أَلَّا يَعْلَمُوا حُدُودَ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ عَلَىٰ رَسُولِهِ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Ewan erebên koçer hene! Ewanan (ji hemûşkan) pirtir file û durû ne, şixwa ewanan ji bona ku ji wan biryarên Yezdan, ku li ser pêxemberê xwe da hinartîye nizanbin, babettir in. Bi rastî Yezdan zaneyê bijejke ye
وَمِنَ الْأَعْرَابِ مَنْ يَتَّخِذُ مَا يُنْفِقُ مَغْرَمًا وَيَتَرَبَّصُ بِكُمُ الدَّوَائِرَ ۚ عَلَيْهِمْ دَائِرَةُ السَّوْءِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û ji koçeran hinek hene, ku bawer dikin; ewan malên di rêya Yezdan da hatine sixurandinê ji bona wan ra zîyan e, ewanan hêvî dikin (ku ji bona we ra royên şoreşî werin; di wan royan da ewanê tûla xwe ji we hildin). Ewan royên şoreşî ku ewan hêvî dikin, li ser wan bi xweber e. Şixwa Yezdan bi xweber jî bîhisteke pirzan e
وَمِنَ الْأَعْرَابِ مَنْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَيَتَّخِذُ مَا يُنْفِقُ قُرُبَاتٍ عِنْدَ اللَّهِ وَصَلَوَاتِ الرَّسُولِ ۚ أَلَا إِنَّهَا قُرْبَةٌ لَهُمْ ۚ سَيُدْخِلُهُمُ اللَّهُ فِي رَحْمَتِهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Û ji erebên koçer hinek jî hene, ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer dikin û ewan koçeran (dizanin) ku ewa malê te xebitandine (ji bona tekoşîna) rêya Yezdan, sedeme ji bona nêîkaya wan li bal Yezdan da û ji bona dilxwezîyên Pêxemberê wî, ji wan- ra ne. Bi rastî tu hişyar be! Eva kirina wan sedemeke ji bona nêzîkaya wan li bal Yezdan dane. Yezdanê ewanan di nêzîk da bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَالسَّابِقُونَ الْأَوَّلُونَ مِنَ الْمُهَاجِرِينَ وَالْأَنْصَارِ وَالَّذِينَ اتَّبَعُوهُمْ بِإِحْسَانٍ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ وَأَعَدَّ لَهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي تَحْتَهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۚ ذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Û (Yezdan) ji wan koçer û arîkarên (misilmanê) ku di cara yekem da (misilman bûne) û ewanê ku bi qencî bûne peyrewê van, qayîl bûye û ewan jî (bi wan tiştên ku Yezdan daye wan) qayîl bûne û ewî ji bona wan ra ewan bihiştên ku dibinê (darê wan da) çem dikişin amade kirîye, ewanan di bihiştê da hey dimînin. Serfirazîya mezin eva ye
وَمِمَّنْ حَوْلَكُمْ مِنَ الْأَعْرَابِ مُنَافِقُونَ ۖ وَمِنْ أَهْلِ الْمَدِينَةِ ۖ مَرَدُوا عَلَى النِّفَاقِ لَا تَعْلَمُهُمْ ۖ نَحْنُ نَعْلَمُهُمْ ۚ سَنُعَذِّبُهُمْ مَرَّتَيْنِ ثُمَّ يُرَدُّونَ إِلَىٰ عَذَابٍ عَظِيمٍ
Û hinek ji wan koçerên li dora we da durû hene û hinek jî ji wan binecî ne (bajarê) Medînê hene, li ser durûya xwe lec dikin. Hûn bi wan nizanin, xurî em bi xweber bi wan dizanin. Emê ewan du caran şapat bikin, paşê ewanê li bal şapateke mezin da bêne zivirandinê

Choose other languages: