Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #43 Translated in Kurdish

إِلَّا تَنْفِرُوا يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا أَلِيمًا وَيَسْتَبْدِلْ قَوْمًا غَيْرَكُمْ وَلَا تَضُرُّوهُ شَيْئًا ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Heke hûn (gelî bawergeran! Ça hatine ferman kirinê wusa) bi hev ra neçine qirînê, wê (Yezdanê) bi şapateke dilsoz we şapak bike û wê ewê) we bi komalekî mayî yê pêştirê we, biguhure, qe hûn nikarin tu ziyana wî jî bikin. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemûşk tiştan bi hêz e
إِلَّا تَنْصُرُوهُ فَقَدْ نَصَرَهُ اللَّهُ إِذْ أَخْرَجَهُ الَّذِينَ كَفَرُوا ثَانِيَ اثْنَيْنِ إِذْ هُمَا فِي الْغَارِ إِذْ يَقُولُ لِصَاحِبِهِ لَا تَحْزَنْ إِنَّ اللَّهَ مَعَنَا ۖ فَأَنْزَلَ اللَّهُ سَكِينَتَهُ عَلَيْهِ وَأَيَّدَهُ بِجُنُودٍ لَمْ تَرَوْهَا وَجَعَلَ كَلِمَةَ الَّذِينَ كَفَرُوا السُّفْلَىٰ ۗ وَكَلِمَةُ اللَّهِ هِيَ الْعُلْيَا ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Hek hûn (gelî bawergeran!) arîkarîya (wî pêxemberê min ê Muhemmed) nekin, îdî bi sond! (hûn bizanin) Yezdan arîkarîya wî kirîye. Kanê di gava ku ewanê file, ewa (pêxembera) yekê ji wan duduyan bi tenê bû, ji (welat) derxistibûn; di gava ku ewan herdukan di şikevtê da bûn (aha) digote hevalê xwe: "Qe murûzê xwe neke bi rastî Yezdan bi me ra ne." (A, di wê gavê da) Yezdan arîkarî kir, îdî Yezdan hewdana xwe li ser dilê wî da hinartîye û (Yezdan) ta ê wî bi leşkerekî ku hûn nabînin, kirîye û mijûlîya wanê ku fîletî dikiribûne berjêr kirîye. Û şixwa hey mijûlîya Yezdan bi tenê bilind e. Û Yezdan servahatê bijejke ye
انْفِرُوا خِفَافًا وَثِقَالًا وَجَاهِدُوا بِأَمْوَالِكُمْ وَأَنْفُسِكُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Hûn (gelî bawergeran bi dil xwazî) û bi sivikaî (û bi dil nxwazî) û bi giranî bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekoşîn bikin. Bi rastî heke hûn bizanin (eva tekoşîna bi vî awayî) ji bona we ra çêtir e
لَوْ كَانَ عَرَضًا قَرِيبًا وَسَفَرًا قَاصِدًا لَاتَّبَعُوكَ وَلَٰكِنْ بَعُدَتْ عَلَيْهِمُ الشُّقَّةُ ۚ وَسَيَحْلِفُونَ بِاللَّهِ لَوِ اسْتَطَعْنَا لَخَرَجْنَا مَعَكُمْ يُهْلِكُونَ أَنْفُسَهُمْ وَاللَّهُ يَعْلَمُ إِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ
Heke (eva gazîkirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirîna bi filan ra, ji bona qirînê ne bûya) lê ji bona karekê nêzîk bûye, ya jî ji bona rêya miraza bûya, bi rastî ewanê bibûna peyrewê te, lê bi rastî zehmet û westandinê ewan (bawergeran; ji gazîkirina te li bal qirîna bi filan ra) dûr xistine. Ewan (bawergeran) di nêzîk da bi Yezdan sond dixun û (aha) dibêjin: "Heke me bikarya (ku em herne qirînê) emê bi we ra derketibûna (qirînê). Ewan bi wî awayî xwe teşqele dikin. Şixwa Yezdan bi xweber jî dizane ku ewan bi rastî derewan dikin
عَفَا اللَّهُ عَنْكَ لِمَ أَذِنْتَ لَهُمْ حَتَّىٰ يَتَبَيَّنَ لَكَ الَّذِينَ صَدَقُوا وَتَعْلَمَ الْكَاذِبِينَ
Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewanê ku rastgone xûya bibûnan û ji bona, ku te bi wanê derew dikiribûne bizanîya, te ji bona çi destûra wan (ji bona qirînê) daye

Choose other languages: