Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #45 Translated in Kurdish

انْفِرُوا خِفَافًا وَثِقَالًا وَجَاهِدُوا بِأَمْوَالِكُمْ وَأَنْفُسِكُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Hûn (gelî bawergeran bi dil xwazî) û bi sivikaî (û bi dil nxwazî) û bi giranî bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da bi hev ra (bi wan filan ra) tekoşîn bikin. Bi rastî heke hûn bizanin (eva tekoşîna bi vî awayî) ji bona we ra çêtir e
لَوْ كَانَ عَرَضًا قَرِيبًا وَسَفَرًا قَاصِدًا لَاتَّبَعُوكَ وَلَٰكِنْ بَعُدَتْ عَلَيْهِمُ الشُّقَّةُ ۚ وَسَيَحْلِفُونَ بِاللَّهِ لَوِ اسْتَطَعْنَا لَخَرَجْنَا مَعَكُمْ يُهْلِكُونَ أَنْفُسَهُمْ وَاللَّهُ يَعْلَمُ إِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ
Heke (eva gazîkirina te Muhemmed! ji bona wan ra, li bal qirîna bi filan ra, ji bona qirînê ne bûya) lê ji bona karekê nêzîk bûye, ya jî ji bona rêya miraza bûya, bi rastî ewanê bibûna peyrewê te, lê bi rastî zehmet û westandinê ewan (bawergeran; ji gazîkirina te li bal qirîna bi filan ra) dûr xistine. Ewan (bawergeran) di nêzîk da bi Yezdan sond dixun û (aha) dibêjin: "Heke me bikarya (ku em herne qirînê) emê bi we ra derketibûna (qirînê). Ewan bi wî awayî xwe teşqele dikin. Şixwa Yezdan bi xweber jî dizane ku ewan bi rastî derewan dikin
عَفَا اللَّهُ عَنْكَ لِمَ أَذِنْتَ لَهُمْ حَتَّىٰ يَتَبَيَّنَ لَكَ الَّذِينَ صَدَقُوا وَتَعْلَمَ الْكَاذِبِينَ
Yezdan ji te kulan behere! Ka heya ji bona te ra (Muhemmed) ewanê ku rastgone xûya bibûnan û ji bona, ku te bi wanê derew dikiribûne bizanîya, te ji bona çi destûra wan (ji bona qirînê) daye
لَا يَسْتَأْذِنُكَ الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ أَنْ يُجَاهِدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ بِالْمُتَّقِينَ
Ewanê ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kirine hene! Ji ber ku ewan bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê dikin (ewan nayên ji bona para ketinê, ji te Muhemmed destûra para ketinê naxwezin). Û şixwa Yezdan bi xweber jî bi xudaparizan dizane
إِنَّمَا يَسْتَأْذِنُكَ الَّذِينَ لَا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَارْتَابَتْ قُلُوبُهُمْ فَهُمْ فِي رَيْبِهِمْ يَتَرَدَّدُونَ
Lê ewanê ku bi Yezdan û bi ro û danê para da bawer nakin û dilê wan (di bawerîyê da) du dilî kirîye, hene! Hey ewan ji bona para ketina (ji qirînê) ji te destûra xwe dixwazin. Îdî ewan bi xweber jî di du dilîya xwe ye (bawer kirinê da) du dil dibin

Choose other languages: