Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #36 Translated in Kurdish

يُرِيدُونَ أَنْ يُطْفِئُوا نُورَ اللَّهِ بِأَفْوَاهِهِمْ وَيَأْبَى اللَّهُ إِلَّا أَنْ يُتِمَّ نُورَهُ وَلَوْ كَرِهَ الْكَافِرُونَ
Ewan (filan) divên, ku ronahîya (fermanên Yezdan) bi devê xwe bitemirînin. Bi rastî file rikê xwe bînin jî wê Yezdanê ewan filan ji vîna wan bide para da, wê hey ronahîya (fermanên xwe) pêk bîne
هُوَ الَّذِي أَرْسَلَ رَسُولَهُ بِالْهُدَىٰ وَدِينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ وَلَوْ كَرِهَ الْمُشْرِكُونَ
Û hevrîçêker çiqa rikê xwe bînin jî, hey ewê ku pêxemberê xwe bi rêya rast û bi ola maf (haq) şandîye, ji bona ku ola xwe li ser hemûşk olan servahatî bike ewa hey (Yezdan) e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّ كَثِيرًا مِنَ الْأَحْبَارِ وَالرُّهْبَانِ لَيَأْكُلُونَ أَمْوَالَ النَّاسِ بِالْبَاطِلِ وَيَصُدُّونَ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ ۗ وَالَّذِينَ يَكْنِزُونَ الذَّهَبَ وَالْفِضَّةَ وَلَا يُنْفِقُونَهَا فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَبَشِّرْهُمْ بِعَذَابٍ أَلِيمٍ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî pir kesên ji zanan û sofîyên wan (filan) malê merivan bi pûçî dixun û ewan (zanan û sofîyan) merivan ji rêya Yezdan didine para da. Û ewanê ku zêr û zîvan çal dikin: di rêya Yezdan da nasixurînin hene! Îdî (Muhemmed!) tu mizgîna wan bi şapateke dilsoz bide
يَوْمَ يُحْمَىٰ عَلَيْهَا فِي نَارِ جَهَنَّمَ فَتُكْوَىٰ بِهَا جِبَاهُهُمْ وَجُنُوبُهُمْ وَظُهُورُهُمْ ۖ هَٰذَا مَا كَنَزْتُمْ لِأَنْفُسِكُمْ فَذُوقُوا مَا كُنْتُمْ تَكْنِزُونَ
Di roya ku ewan (malên çalkirî) di agirê dojê da têne sor kirinê, îdî bi wî (malî sorkirî) netik û kêlek û pişta wan tê deqandinê, ji wan ra (aha tê gotinê): "Ewa malê ku we ji bona xwe ra veşartibû eva ye, îdî hûn ewî (malê xwe yê) ku we veşartibûye (tam) bikin
إِنَّ عِدَّةَ الشُّهُورِ عِنْدَ اللَّهِ اثْنَا عَشَرَ شَهْرًا فِي كِتَابِ اللَّهِ يَوْمَ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ مِنْهَا أَرْبَعَةٌ حُرُمٌ ۚ ذَٰلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ ۚ فَلَا تَظْلِمُوا فِيهِنَّ أَنْفُسَكُمْ ۚ وَقَاتِلُوا الْمُشْرِكِينَ كَافَّةً كَمَا يُقَاتِلُونَكُمْ كَافَّةً ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ
Di roya Yezdan ku ezman û zemîn afirandîye; bi rastê hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hanê di nivîsara Yezdan da heye. Ji wan mehan: çar mehê wî bi rûmet in (di wan da qirîn û sikatî û tekoşînî qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar û qedexan) ola wî ye rast e bi hêz e, îdî hûn (gelî bawergeran!) di wan mehan da bi xweber li xwe cewr nekin, ça file bi hemûtî bi we ra girînê dikin, hûn jî bi hemûtî bi wan ra qirînê bikin. Û hûn bizanin! ku bi rastî Yezdan bi xudaparizan ra ne

Choose other languages: