Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #39 Translated in Kurdish

يَوْمَ يُحْمَىٰ عَلَيْهَا فِي نَارِ جَهَنَّمَ فَتُكْوَىٰ بِهَا جِبَاهُهُمْ وَجُنُوبُهُمْ وَظُهُورُهُمْ ۖ هَٰذَا مَا كَنَزْتُمْ لِأَنْفُسِكُمْ فَذُوقُوا مَا كُنْتُمْ تَكْنِزُونَ
Di roya ku ewan (malên çalkirî) di agirê dojê da têne sor kirinê, îdî bi wî (malî sorkirî) netik û kêlek û pişta wan tê deqandinê, ji wan ra (aha tê gotinê): "Ewa malê ku we ji bona xwe ra veşartibû eva ye, îdî hûn ewî (malê xwe yê) ku we veşartibûye (tam) bikin
إِنَّ عِدَّةَ الشُّهُورِ عِنْدَ اللَّهِ اثْنَا عَشَرَ شَهْرًا فِي كِتَابِ اللَّهِ يَوْمَ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ مِنْهَا أَرْبَعَةٌ حُرُمٌ ۚ ذَٰلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ ۚ فَلَا تَظْلِمُوا فِيهِنَّ أَنْفُسَكُمْ ۚ وَقَاتِلُوا الْمُشْرِكِينَ كَافَّةً كَمَا يُقَاتِلُونَكُمْ كَافَّةً ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ
Di roya Yezdan ku ezman û zemîn afirandîye; bi rastê hijmara mehan danzdeh in. eva hijmara hanê di nivîsara Yezdan da heye. Ji wan mehan: çar mehê wî bi rûmet in (di wan da qirîn û sikatî û tekoşînî qedexe ne, ewan mehan: Zil qade, Zil hece, Muherrem, Receb in) evan (hijmar û qedexan) ola wî ye rast e bi hêz e, îdî hûn (gelî bawergeran!) di wan mehan da bi xweber li xwe cewr nekin, ça file bi hemûtî bi we ra girînê dikin, hûn jî bi hemûtî bi wan ra qirînê bikin. Û hûn bizanin! ku bi rastî Yezdan bi xudaparizan ra ne
إِنَّمَا النَّسِيءُ زِيَادَةٌ فِي الْكُفْرِ ۖ يُضَلُّ بِهِ الَّذِينَ كَفَرُوا يُحِلُّونَهُ عَامًا وَيُحَرِّمُونَهُ عَامًا لِيُوَاطِئُوا عِدَّةَ مَا حَرَّمَ اللَّهُ فَيُحِلُّوا مَا حَرَّمَ اللَّهُ ۚ زُيِّنَ لَهُمْ سُوءُ أَعْمَالِهِمْ ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِرِينَ
Bi rasrî şûn guhurandina wan mehan (meha bi nav Muherrem para didan, di şûna wê da meha bi nav Sefer datînin, ji bona ku danê qirînê pir bikin, ya jî danê qirînê kêm bikin) pirkirina di filetîyê da ne wundabûna ji rêya rast e. Ewanê file hene! Ewanan ewê meha qedexerok di salekî da ji wan mehên qedexerok dihijmirînin û di salekî da jî qe ji wan mehên qedexerok nahijmirînin. ji bona ku ewan (filan) ewê hijmara ku Yezdan hijmartîye pêpes bikin (qe bi tu tiştî nehijmêrin). Îdî ewan bi vê hijmara xwe (ewan mehên qedexe ne) ku Yezdan hijmartîye; qedexetîya wan radikin, ji bona wan ra ewa kirina wane sik hatîye xemilandinê (xweşa wan diçe). Şixwa Yezdan bi xweber jî komalê file nayne rêya rast
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا مَا لَكُمْ إِذَا قِيلَ لَكُمُ انْفِرُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ اثَّاقَلْتُمْ إِلَى الْأَرْضِ ۚ أَرَضِيتُمْ بِالْحَيَاةِ الدُّنْيَا مِنَ الْآخِرَةِ ۚ فَمَا مَتَاعُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا فِي الْآخِرَةِ إِلَّا قَلِيلٌ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bona we ra çi bûye? Di gava ji bona we ra tê gotine: "Hûn hemûşk bi hev ra di rêya Yezdan da herin qirîne, hûn li bal zemîn da giran dibin dimînin. Qey hûn ji jîna para da pirtir bi jîna cihanê qayîl dibin? Bi rastî Xemla jîna cihanê di dan û gavê para da hey hindike
إِلَّا تَنْفِرُوا يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا أَلِيمًا وَيَسْتَبْدِلْ قَوْمًا غَيْرَكُمْ وَلَا تَضُرُّوهُ شَيْئًا ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Heke hûn (gelî bawergeran! Ça hatine ferman kirinê wusa) bi hev ra neçine qirînê, wê (Yezdanê) bi şapateke dilsoz we şapak bike û wê ewê) we bi komalekî mayî yê pêştirê we, biguhure, qe hûn nikarin tu ziyana wî jî bikin. Bi rastî Yezdan bi xweber jî li ser hemûşk tiştan bi hêz e

Choose other languages: