Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #18 Translated in Kurdish

قَاتِلُوهُمْ يُعَذِّبْهُمُ اللَّهُ بِأَيْدِيكُمْ وَيُخْزِهِمْ وَيَنْصُرْكُمْ عَلَيْهِمْ وَيَشْفِ صُدُورَ قَوْمٍ مُؤْمِنِينَ
Hûn (gelî bawergeran!) ji bo ku Yezdan (ewan filan) bi destê we şapat bike û ji bona ku ewan sernegûn bike û arîkarêya we bike; ku hûn li ser wan da servahatî bibin, ji bo ku dilê (we) komalê bawerger bi vî awayî mêfa (şifa) bibe, bi wan (filan ra) qirînê bikin
وَيُذْهِبْ غَيْظَ قُلُوبِهِمْ ۗ وَيَتُوبُ اللَّهُ عَلَىٰ مَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Û ji bona ku Yezdan (ewa kula fila ne, ku di dilê bawergeran da heye) behere. Şixwa Yezdan bi xweber jî, ji bona kîjanî ra bivê, poşmanîya wî ye ji gonehan litê dike. Û bi rastî Yezdan pirzanê bijejke ye
أَمْ حَسِبْتُمْ أَنْ تُتْرَكُوا وَلَمَّا يَعْلَمِ اللَّهُ الَّذِينَ جَاهَدُوا مِنْكُمْ وَلَمْ يَتَّخِذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ وَلَا رَسُولِهِ وَلَا الْمُؤْمِنِينَ وَلِيجَةً ۚ وَاللَّهُ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Qey hûn goman dikin, heya ku Yezdan; ewan merivên ji we ne, ku ji bona rêya Yezdan tekoşîn dikin û ewan merivan bi xweber jî ji pêştirê Yezdan û ji pêştirê Pêxemberê wî û ji pêştirê bawergeran ji xwe ra qe tu kesekî serkar û bextîyar nagirin, bi wê temtêla wan nizanbe, wê Yezdanê li ser vê temtêla we, dest ji we berde? Şixwa hûn çi bikin, Yezdan bi xweber jî bi wî dizane
مَا كَانَ لِلْمُشْرِكِينَ أَنْ يَعْمُرُوا مَسَاجِدَ اللَّهِ شَاهِدِينَ عَلَىٰ أَنْفُسِهِمْ بِالْكُفْرِ ۚ أُولَٰئِكَ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ وَفِي النَّارِ هُمْ خَالِدُونَ
Ewan hevrîçêkerên, ku ji bona filetîya xwe ra li ser xwe, bi xweber şahidî didin, ku file ne ewa hene! Ji bona wan ra tu maf tune ye ku mizgeftên Yezdan ava bikin. Ewan kirinê wan hemûşk şewitîne û ewanê di agir da jî tum carî bimînin
إِنَّمَا يَعْمُرُ مَسَاجِدَ اللَّهِ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَأَقَامَ الصَّلَاةَ وَآتَى الزَّكَاةَ وَلَمْ يَخْشَ إِلَّا اللَّهَ ۖ فَعَسَىٰ أُولَٰئِكَ أَنْ يَكُونُوا مِنَ الْمُهْتَدِينَ
Bi rastî mizgeftên Yezdan hey ewan kesên ku bi Yezdan û bi ro (danê) para da bawer kirine û nimêja xwe kirine û baca xwe dane û ji pêştirê Yezdan ji tu kesî jî natirsin, ava dikin. îdî dibe ku evan bibine ji wan kesên ku hatine rêya rast

Choose other languages: