Quran Apps in many lanuages:

Surah Ash-Shura Ayahs #11 Translated in Kurdish

وَكَذَٰلِكَ أَوْحَيْنَا إِلَيْكَ قُرْآنًا عَرَبِيًّا لِتُنْذِرَ أُمَّ الْقُرَىٰ وَمَنْ حَوْلَهَا وَتُنْذِرَ يَوْمَ الْجَمْعِ لَا رَيْبَ فِيهِ ۚ فَرِيقٌ فِي الْجَنَّةِ وَفَرِيقٌ فِي السَّعِيرِ
Her wuha me Qur´anek erebî bal te ve wehî kir ji bo ku tu dayîka bajaran (Mekkê) û ên dora wê hiþyar bikî-bitirsînî û tu (wan) bi roja civînê (qiyametê) ku tu dudilî tê de nîne hiþyar bikî-bitirsînî. Birrek di bihiþtê de ne û birrek jî di dojehê de ne
وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَهُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِنْ يُدْخِلُ مَنْ يَشَاءُ فِي رَحْمَتِهِ ۚ وَالظَّالِمُونَ مَا لَهُمْ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Eger Xuda bixwesta, wê wan bikirna yek komek, lê belê ê bixwaze dike dilovaniya xwe; ên sitemkar jî, ne ji wan re yar û yawer hene û ne jî alîkar
أَمِ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِهِ أَوْلِيَاءَ ۖ فَاللَّهُ هُوَ الْوَلِيُّ وَهُوَ يُحْيِي الْمَوْتَىٰ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Ma qey wan bêyî wî hin yar û yaweran girtiye? Vêca her Xuda yar û yawer e; ew miriyan vedijîne û ew bi her tiþtî dikare
وَمَا اخْتَلَفْتُمْ فِيهِ مِنْ شَيْءٍ فَحُكْمُهُ إِلَى اللَّهِ ۚ ذَٰلِكُمُ اللَّهُ رَبِّي عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَإِلَيْهِ أُنِيبُ
Her tiþtê hûn tê de bi hev ketin, êdî hukmê wî bal Xuda ve ye. Ev Xudayê han perwerdekarê min e; min her xwe sipartiye wî û ez her balê ve vedigerim
فَاطِرُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ جَعَلَ لَكُمْ مِنْ أَنْفُسِكُمْ أَزْوَاجًا وَمِنَ الْأَنْعَامِ أَزْوَاجًا ۖ يَذْرَؤُكُمْ فِيهِ ۚ لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَيْءٌ ۖ وَهُوَ السَّمِيعُ الْبَصِيرُ
Aferandekarê asîmana û zemîn e; ji we bi xwe cotan (nêr û mê) û ji dewaran jî cotan (nêr û mê) çêkiriye we tê de diaferîne (dide jiyandin û pirr dike). Tu tiþt wekî manendê wî nîne. Sehkirê baþ dibîne her ew e

Choose other languages: