Quran Apps in many lanuages:

Surah Ash-Shura Ayahs #19 Translated in Kurdish

فَلِذَٰلِكَ فَادْعُ ۖ وَاسْتَقِمْ كَمَا أُمِرْتَ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ ۖ وَقُلْ آمَنْتُ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ مِنْ كِتَابٍ ۖ وَأُمِرْتُ لِأَعْدِلَ بَيْنَكُمُ ۖ اللَّهُ رَبُّنَا وَرَبُّكُمْ ۖ لَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ ۖ لَا حُجَّةَ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ ۖ اللَّهُ يَجْمَعُ بَيْنَنَا ۖ وَإِلَيْهِ الْمَصِيرُ
Vêca tu (wan) gazî bal evê han bike û tu çewa têyî ferman kirinê xwe rast bike û tu nede pey hewesên wan; û tu bêje ku: "Min bi tiþtê Xuda ji kitêbê daxistiye bawerî aniye û ez hatime ferman kirinê ku ez di navbera we de bi dadmendî (bi edalet) tevbigerim. Xuda perwerdekarê me û perwerdekarê we ye. Kirinên me ji me re ne û kirinên we jî ji we re ne. Tu xirecir û neyartî di navbera me û we de nîne. Xuda, wê nava me bicivîne. Veger her bal wî ve ye
وَالَّذِينَ يُحَاجُّونَ فِي اللَّهِ مِنْ بَعْدِ مَا اسْتُجِيبَ لَهُ حُجَّتُهُمْ دَاحِضَةٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَعَلَيْهِمْ غَضَبٌ وَلَهُمْ عَذَابٌ شَدِيدٌ
Êwên ku derbareê Xuda de ji piþtî ku jê re bersiv hatiye dayîn lecbazî- neyartî dikin, ew neyartiya wan li cem perwerdekarê wan pûç û bereday e, û xeþmek li ser wan e û ji wan re ezabek zor dijwar heye
اللَّهُ الَّذِي أَنْزَلَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ وَالْمِيزَانَ ۗ وَمَا يُدْرِيكَ لَعَلَّ السَّاعَةَ قَرِيبٌ
Xuda ye ê ku kitêb û mêzînê bi rastiyê daxistiye. Çi gihaye te? dibe ku danê qiyametê nezîk be
يَسْتَعْجِلُ بِهَا الَّذِينَ لَا يُؤْمِنُونَ بِهَا ۖ وَالَّذِينَ آمَنُوا مُشْفِقُونَ مِنْهَا وَيَعْلَمُونَ أَنَّهَا الْحَقُّ ۗ أَلَا إِنَّ الَّذِينَ يُمَارُونَ فِي السَّاعَةِ لَفِي ضَلَالٍ بَعِيدٍ
Ewên ku pê bawerî naynin pê dilezînin. Ewên ku bawerî anîne ew jê dilbitirs in û dizanin ku bêguman ew rast e. Hay jê bin! bêguman ewên ku derbareê danê qiyametê de dudilî dikin ew di þaþîtîkî dûr de ne
اللَّهُ لَطِيفٌ بِعِبَادِهِ يَرْزُقُ مَنْ يَشَاءُ ۖ وَهُوَ الْقَوِيُّ الْعَزِيزُ
Xuda bi bendeyên xwe qencîkar e, kî bixwaze rozî dideyê. Hêzdarê herî serkeftî her ew e

Choose other languages: