Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #50 Translated in Kurdish

وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ يُرْسِلَ الرِّيَاحَ مُبَشِّرَاتٍ وَلِيُذِيقَكُمْ مِنْ رَحْمَتِهِ وَلِتَجْرِيَ الْفُلْكُ بِأَمْرِهِ وَلِتَبْتَغُوا مِنْ فَضْلِهِ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Û ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in) ji bo ku ewa bi we dilovanîya xwe bide çeşnekirinê û ji bo ku kelek bi fermana wî (bi wî baî di deryayê da) bikişe û ji bo ku hûn (hewceyên xwe) bi rûmeta wî (pêk bînin) ewa ewî baî bi mizginvanî dişîne. Û dibe ku hûn sipazîya wî bikin
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ رُسُلًا إِلَىٰ قَوْمِهِمْ فَجَاءُوهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَانْتَقَمْنَا مِنَ الَّذِينَ أَجْرَمُوا ۖ وَكَانَ حَقًّا عَلَيْنَا نَصْرُ الْمُؤْمِنِينَ
Bi sond (Muhemmed!) me di berya te da saî li bal komalê wan da şandine, îdî ewan saîyan (bi beratên) hizwartî va li bal wan da hatine; ewanê gohdarya wan saîyan ne kirine, goneh kirine hene! Me ji wan tol hildaye. Loma bi rastî arîkarya bawerkeran li ser me maf bûye
اللَّهُ الَّذِي يُرْسِلُ الرِّيَاحَ فَتُثِيرُ سَحَابًا فَيَبْسُطُهُ فِي السَّمَاءِ كَيْفَ يَشَاءُ وَيَجْعَلُهُ كِسَفًا فَتَرَى الْوَدْقَ يَخْرُجُ مِنْ خِلَالِهِ ۖ فَإِذَا أَصَابَ بِهِ مَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ إِذَا هُمْ يَسْتَبْشِرُونَ
Ewê ku bayê dişîne, îdî ewa baya jî ewran radike, paşê ewa bi vîna xwe ewan (ewran) jor da bela dike û par par dike, îdî tu dibînî ku baran di nava wan ewran da derdikebe, heye! Ewa Yezdan e. Îdî gava Yezdan ewê baranê bi ser bendeyên xwe yê, ku vaye ji wan ra bibarîne, barandîye; ewan nişke va (bihatina baranê) şa bûne
وَإِنْ كَانُوا مِنْ قَبْلِ أَنْ يُنَزَّلَ عَلَيْهِمْ مِنْ قَبْلِهِ لَمُبْلِسِينَ
Ewan (bendan) hêj berya ku (baran bi ser wan da ne barîbû) ji hinartina baranê bê hêvî bûn
فَانْظُرْ إِلَىٰ آثَارِ رَحْمَتِ اللَّهِ كَيْفَ يُحْيِي الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا ۚ إِنَّ ذَٰلِكَ لَمُحْيِي الْمَوْتَىٰ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Îdî (Muhemmed!) tu li bal rêça dilovanîya Yezdan mêze bike, ka zemîn ji piştî mirina (xwe ya hişkaî) ça (bi hêşînaî) zende kirîye? Loma bi rastî Yezdan mirîya jî wusa zende dike. Şixwa Yezdan li ser hemî tiştî bi hêz e

Choose other languages: