Surah Ar-Rad Ayahs #11 Translated in Kurdish
وَيَقُولُ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوْلَا أُنْزِلَ عَلَيْهِ آيَةٌ مِنْ رَبِّهِ ۗ إِنَّمَا أَنْتَ مُنْذِرٌ ۖ وَلِكُلِّ قَوْمٍ هَادٍ
Ewanê bûne file hene! (aha) dibêjin: "Heke ji Xudayê wî (wekî me ça diva) berate bihata hînartinê (meyê bi wî bawer bikira". Muhemmed!) tu hey (hatî şandinê) ji bo ku tu (ewan bi hatina şapatan) bide tirsandinê. Û ji bona her komalekî ra rêberek heye
اللَّهُ يَعْلَمُ مَا تَحْمِلُ كُلُّ أُنْثَىٰ وَمَا تَغِيضُ الْأَرْحَامُ وَمَا تَزْدَادُ ۖ وَكُلُّ شَيْءٍ عِنْدَهُ بِمِقْدَارٍ
Tişta ku hemî mê pê avis dibin û tişta malberxa wan kêm û pir dike (ji bona mezinatî û jînê pir dike tişta bermaî jî davêje derva) hey Yezdan pê dizane. Û hemû tişt li ba (Yezdan) bi pîvan in
عَالِمُ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ الْكَبِيرُ الْمُتَعَالِ
Ewa bi dizî û xûyanan dizane, mezinê bilind e
سَوَاءٌ مِنْكُمْ مَنْ أَسَرَّ الْقَوْلَ وَمَنْ جَهَرَ بِهِ وَمَنْ هُوَ مُسْتَخْفٍ بِاللَّيْلِ وَسَارِبٌ بِالنَّهَارِ
Li bal wî ku yek ji we (mijûlîyên xwe) dizîka da bike, ya jî eşkere mijûl be, yek e (hey dibihê). Û çi bi şev xwe veşêre, ya jî bi ro derkebine şûnên xwe (bêne xûyandinê yek e hemûşkan dibîne, di şûna wan da bi cî datîne)
لَهُ مُعَقِّبَاتٌ مِنْ بَيْنِ يَدَيْهِ وَمِنْ خَلْفِهِ يَحْفَظُونَهُ مِنْ أَمْرِ اللَّهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يُغَيِّرُ مَا بِقَوْمٍ حَتَّىٰ يُغَيِّرُوا مَا بِأَنْفُسِهِمْ ۗ وَإِذَا أَرَادَ اللَّهُ بِقَوْمٍ سُوءًا فَلَا مَرَدَّ لَهُ ۚ وَمَا لَهُمْ مِنْ دُونِهِ مِنْ وَالٍ
Ji bona van tiştan ra peyrewên pêşvaçûyî peywestî hene, ku ewan peyrewan ewan tiştan ji bûyerên Yezdan diparisînin. Bi rastî Yezdan heya komalek; tişta babetê xwe, bi xweber nede heşivandinê, ewê qencîya kirî ji wan nade heşivandinê. Û Yezdan bivê ku sikatîyê bi komalekî bike, tu kes îdî nikare ewê sikatîyê ji wan bide para danê. Şixwa ji pêştirê wî jî ji wan ra tu parisvan û serkar tune ye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
