Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rad Ayahs #4 Translated in Kurdish

المر ۚ تِلْكَ آيَاتُ الْكِتَابِ ۗ وَالَّذِي أُنْزِلَ إِلَيْكَ مِنْ رَبِّكَ الْحَقُّ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يُؤْمِنُونَ
M.R. (Arşa van tîpên ji hev çûyî, bi rastî hey Yezdan dizane.) Ewan beratên pirtûkê (Qur’anê) ne. Û ewan (biryaran) ji Xudayê te 1i bal te da hatin hinartinê (hene!) ewan rast in. Lê pirên kesan bawer nakin
اللَّهُ الَّذِي رَفَعَ السَّمَاوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ۖ ثُمَّ اسْتَوَىٰ عَلَى الْعَرْشِ ۖ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ يَجْرِي لِأَجَلٍ مُسَمًّى ۚ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ يُفَصِّلُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُمْ بِلِقَاءِ رَبِّكُمْ تُوقِنُونَ
Ewê ku hûn ça dibînin, ezman bê stûn bilind kirîye, ewa Yezdan e û paşê ewî arş (mana) hildaye binê hêza xwe (hemî tişt hildaye binê heza xwe ça bivê wusa ewan dixebîtîne, her wusa) roj û hîv jî xwe ra ser nerm kirîye, hemûşk ji bona danê navdayî diherikin diçin. (Yezdan) bûyerên (afirandok) pêk tîne. (Ewa evan) beratan (ji bona we ra) vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn bi rast hatina Xudayê xwe bizanin
وَهُوَ الَّذِي مَدَّ الْأَرْضَ وَجَعَلَ فِيهَا رَوَاسِيَ وَأَنْهَارًا ۖ وَمِنْ كُلِّ الثَّمَرَاتِ جَعَلَ فِيهَا زَوْجَيْنِ اثْنَيْنِ ۖ يُغْشِي اللَّيْلَ النَّهَارَ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ
Û ewê zemîn raxistîye (ewa Yezdan e). Ewî di zemîn da çîyayên binecî û çem bi cî kirîye û di zemîn da ji hemî beran bi zotî û cotî ewî pêk anîye; (hemî tişt bi nêr û mêyîtî afirandîye) şev û ro li hev dide pêçandinê. Bi rastî ji bona komalê ramankar ra di wan kirinan da beratên (sodret) hene
وَفِي الْأَرْضِ قِطَعٌ مُتَجَاوِرَاتٌ وَجَنَّاتٌ مِنْ أَعْنَابٍ وَزَرْعٌ وَنَخِيلٌ صِنْوَانٌ وَغَيْرُ صِنْوَانٍ يُسْقَىٰ بِمَاءٍ وَاحِدٍ وَنُفَضِّلُ بَعْضَهَا عَلَىٰ بَعْضٍ فِي الْأُكُلِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Û (Yezdan) di zemîn da parên mezinên, ku nêzê hev in pêk anîye û rêzên ji tiryan û zevîyên çandî û darên xurman e bi heçî û be heçî bi cîh kirîye (ewan hemî jî) bi aveke tenê têne avdanê. (Lê) me dixwerin û rengê wan da; hinekê wan li ser hinekên wan dane çêtir kirinê. Bi rastî di van da ji bona komalê ku hişdarî dikin, beratên (sodret) hene

Choose other languages: