Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #64 Translated in Kurdish

لَيْسَ عَلَى الْأَعْمَىٰ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْأَعْرَجِ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْمَرِيضِ حَرَجٌ وَلَا عَلَىٰ أَنْفُسِكُمْ أَنْ تَأْكُلُوا مِنْ بُيُوتِكُمْ أَوْ بُيُوتِ آبَائِكُمْ أَوْ بُيُوتِ أُمَّهَاتِكُمْ أَوْ بُيُوتِ إِخْوَانِكُمْ أَوْ بُيُوتِ أَخَوَاتِكُمْ أَوْ بُيُوتِ أَعْمَامِكُمْ أَوْ بُيُوتِ عَمَّاتِكُمْ أَوْ بُيُوتِ أَخْوَالِكُمْ أَوْ بُيُوتِ خَالَاتِكُمْ أَوْ مَا مَلَكْتُمْ مَفَاتِحَهُ أَوْ صَدِيقِكُمْ ۚ لَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ أَنْ تَأْكُلُوا جَمِيعًا أَوْ أَشْتَاتًا ۚ فَإِذَا دَخَلْتُمْ بُيُوتًا فَسَلِّمُوا عَلَىٰ أَنْفُسِكُمْ تَحِيَّةً مِنْ عِنْدِ اللَّهِ مُبَارَكَةً طَيِّبَةً ۚ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ
Li ser koran û li ser topalan û li ser nexweşa û li ser we bi xweber jî, heke hûn ji malê xwe û ji malê bav xwe û ji malê dîya xwe û ji malê birayên xwe û ji malê xûşkên xwe û ji malê apên xwe û ji malê metên xwe û ji malê xalêne xwe û ji malê xaletên xwe û ji wî malê, ku ji bona (parisandina wî malî) danîne bal we û ji malê dostên xwe î rast; hûn ji malê wan, di xanîyê wan da bi hev ra bixun, ya jî yeke yek bixun, tu ziyan tune ye. Îdî gava hûn çûne xanîyan, hûn ji alyê Yezdan da jîneke pîroz ya paqij ji bona xwe ra bixwazin û (li ser rûniştîyên xanî ji alîyê xwe da) "Selam" bejin. Yezdan ji bona we ra bi vî awayî beratên xwe, dihizwirîne, loma dîbe ku hûn ji van (beratan) hiş hildin
إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذِينَ آمَنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَإِذَا كَانُوا مَعَهُ عَلَىٰ أَمْرٍ جَامِعٍ لَمْ يَذْهَبُوا حَتَّىٰ يَسْتَأْذِنُوهُ ۚ إِنَّ الَّذِينَ يَسْتَأْذِنُونَكَ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ ۚ فَإِذَا اسْتَأْذَنُوكَ لِبَعْضِ شَأْنِهِمْ فَأْذَنْ لِمَنْ شِئْتَ مِنْهُمْ وَاسْتَغْفِرْ لَهُمُ اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ewanê bi Yezdan û bi saîyê wî bawer kirine û di gava (ku ewan bi peyxember ra) 1i ser bûyerekî civya bibin, heya destûr ji wî nexwazin, ji bal wî naçin hene! Bi rastî bawergerên rast ev in. (Muhemmed!) bi rastî ewanê ku ji te destûra çûnê dixwazin hene! Ewan bi rastî bi Yezdan û bi saîye wî bawer kirine. Îdî gava ewan ji bona hinek karên xwe, ji te destûrxwastin, tu jî, ji wan kîjanî ra bive, destûra wî bide (bira here karê xwe pêk bîne) û tu ji bona wan ra ji Yezdan baxişandina wan bixwaze. Loma bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
لَا تَجْعَلُوا دُعَاءَ الرَّسُولِ بَيْنَكُمْ كَدُعَاءِ بَعْضِكُمْ بَعْضًا ۚ قَدْ يَعْلَمُ اللَّهُ الَّذِينَ يَتَسَلَّلُونَ مِنْكُمْ لِوَاذًا ۚ فَلْيَحْذَرِ الَّذِينَ يُخَالِفُونَ عَنْ أَمْرِهِ أَنْ تُصِيبَهُمْ فِتْنَةٌ أَوْ يُصِيبَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
(Gelî bawergeran!) hûn gazîkirina saî, wekî hûn ça gazî hev dikin, negirin; (Peyxember gava gazî we kir, hema bersiva wî bidin, û bal peyxember da bi lez herin). Bi sond! Ewanê ji we ne, ku xwe davêjine pişt hev (ji bo ku nexûyên) hene! Yezdan bi wan dizane. Îdî ewanê ku bê gotina (Peyxember) dikin hene! Bira ewan xwe (ji vê kirina xwe) biparisînin, loma dibe ku (bi sedema van kirinê wan) ku aşîtek bi wan da were, ya jî şapateke dilsoz bi wan bigire
أَلَا إِنَّ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ قَدْ يَعْلَمُ مَا أَنْتُمْ عَلَيْهِ وَيَوْمَ يُرْجَعُونَ إِلَيْهِ فَيُنَبِّئُهُمْ بِمَا عَمِلُوا ۗ وَاللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Hûn (gelî bawergeran!) bizanên, ku bi rastî çi tişt di ezman û zemin da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Bi sond! Hûn li ser çibin (amacê we çi be û ramana we ça be, hey) Yezdan pê dizane. Di roya ku ewanê li bal wî da bizivirin, ewa tişta wan kirîye, îdî wê (Yezdanê) kirina wan ji wan ra bêje. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî pir dizane

Choose other languages: