Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #6 Translated in Kurdish

الزَّانِيَةُ وَالزَّانِي فَاجْلِدُوا كُلَّ وَاحِدٍ مِنْهُمَا مِائَةَ جَلْدَةٍ ۖ وَلَا تَأْخُذْكُمْ بِهِمَا رَأْفَةٌ فِي دِينِ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۖ وَلْيَشْهَدْ عَذَابَهُمَا طَائِفَةٌ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ
Ewan jin û mêrên karê xirab dikin hene! (Gava ewan karê xirab kirin) îdî ji bona her yekê ji wan ra, hûn sed darî lexin. Heke hûn bi rastî bi Yezdan û bi roya dawîyê bawer dikin, hûn di ola Yezdan da mêhrivanî nekin; (ola wî ça ferman dike; hûn wusa pêk bînin). Û bira desdekî ji bawergeran jî li celata wan herdukan nihrewanî bikin
الزَّانِي لَا يَنْكِحُ إِلَّا زَانِيَةً أَوْ مُشْرِكَةً وَالزَّانِيَةُ لَا يَنْكِحُهَا إِلَّا زَانٍ أَوْ مُشْرِكٌ ۚ وَحُرِّمَ ذَٰلِكَ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ
Mêrikê zinakar, hey bi jina zinakar, ya bi jinika hevrîçêker ra, dikare kevîn bibe. Jinika zinakar jî hey dikare bi mêrê zinakar ra, ya jî bi mêrê hevrîçêker ra kevîn bibe. Eva kevînîya hanê li ser bawergeran hatîye ne duristkirinê
وَالَّذِينَ يَرْمُونَ الْمُحْصَنَاتِ ثُمَّ لَمْ يَأْتُوا بِأَرْبَعَةِ شُهَدَاءَ فَاجْلِدُوهُمْ ثَمَانِينَ جَلْدَةً وَلَا تَقْبَلُوا لَهُمْ شَهَادَةً أَبَدًا ۚ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Ewan mêrên ku pizan davêjine wan jinê dawparêz, paşê jî çar nihrîvan ji bona (piza xwe yê gotî ra) nayne hene! Îdî hûn heştê darî li wan bixin û hûn bi tu carî ji wan nihrewanî litê nekin. Bi rastî evanan ji rîya rast derketine
إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ وَأَصْلَحُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ji pêştirê wanê, ku ji piştî piza xwe poşman bibin û aştî kiribin. Loma bi rastî îdî Yezdan baxişgerê dilovîn e
وَالَّذِينَ يَرْمُونَ أَزْوَاجَهُمْ وَلَمْ يَكُنْ لَهُمْ شُهَدَاءُ إِلَّا أَنْفُسُهُمْ فَشَهَادَةُ أَحَدِهِمْ أَرْبَعُ شَهَادَاتٍ بِاللَّهِ ۙ إِنَّهُ لَمِنَ الصَّادِقِينَ
Ewan merivên ku ji bona zoya (xwe ra, eva zinakar; dibêje) hene! Heke ji bona wan ra ji wan pêştir qe tu nihrewan tune be, berewanîya wan aha ne; her yek ji wan nihrewanîya xwe wê aha bide: Çar caran her yek ji wan wê aha beje, "Bi Yezdan ez sond dixum, ku ez (di vê gotina xwe da) ji rastbêja me

Choose other languages: