Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #9 Translated in Kurdish

إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ وَأَصْلَحُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Ji pêştirê wanê, ku ji piştî piza xwe poşman bibin û aştî kiribin. Loma bi rastî îdî Yezdan baxişgerê dilovîn e
وَالَّذِينَ يَرْمُونَ أَزْوَاجَهُمْ وَلَمْ يَكُنْ لَهُمْ شُهَدَاءُ إِلَّا أَنْفُسُهُمْ فَشَهَادَةُ أَحَدِهِمْ أَرْبَعُ شَهَادَاتٍ بِاللَّهِ ۙ إِنَّهُ لَمِنَ الصَّادِقِينَ
Ewan merivên ku ji bona zoya (xwe ra, eva zinakar; dibêje) hene! Heke ji bona wan ra ji wan pêştir qe tu nihrewan tune be, berewanîya wan aha ne; her yek ji wan nihrewanîya xwe wê aha bide: Çar caran her yek ji wan wê aha beje, "Bi Yezdan ez sond dixum, ku ez (di vê gotina xwe da) ji rastbêja me
وَالْخَامِسَةُ أَنَّ لَعْنَتَ اللَّهِ عَلَيْهِ إِنْ كَانَ مِنَ الْكَاذِبِينَ
Cara pênca da (aha bêje): "Deherandina Yezdan li ser min be heke ez derewan dikim
وَيَدْرَأُ عَنْهَا الْعَذَابَ أَنْ تَشْهَدَ أَرْبَعَ شَهَادَاتٍ بِاللَّهِ ۙ إِنَّهُ لَمِنَ الْكَاذِبِينَ
Heke jinik jî çar caran aha nihrewanî bike û bêje: "Bi Yezdan ez sond dixum, ku zoya min ji vireka ne
وَالْخَامِسَةَ أَنَّ غَضَبَ اللَّهِ عَلَيْهَا إِنْ كَانَ مِنَ الصَّادِقِينَ
Cara penca da jî wê aha bêje: "Xeşma Yezdan li ser min be heke zoya min ji rastbêjan e." Celat li ser wê jinikê radibe

Choose other languages: