Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #13 Translated in Kurdish

وَالْخَامِسَةَ أَنَّ غَضَبَ اللَّهِ عَلَيْهَا إِنْ كَانَ مِنَ الصَّادِقِينَ
Cara penca da jî wê aha bêje: "Xeşma Yezdan li ser min be heke zoya min ji rastbêjan e." Celat li ser wê jinikê radibe
وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَتُهُ وَأَنَّ اللَّهَ تَوَّابٌ حَكِيمٌ
Heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser we tune bûya û heke Yezdan baxişkarê bijejke ne bûya (wê gavê we yê ça bikira)
إِنَّ الَّذِينَ جَاءُوا بِالْإِفْكِ عُصْبَةٌ مِنْكُمْ ۚ لَا تَحْسَبُوهُ شَرًّا لَكُمْ ۖ بَلْ هُوَ خَيْرٌ لَكُمْ ۚ لِكُلِّ امْرِئٍ مِنْهُمْ مَا اكْتَسَبَ مِنَ الْإِثْمِ ۚ وَالَّذِي تَوَلَّىٰ كِبْرَهُ مِنْهُمْ لَهُ عَذَابٌ عَظِيمٌ
Bi rastî ewanê, ku bi pizan hatine (eva peyva hanê avêtine nava kesan) hene! Ewan komeke ji we ne. Hûn goman nekin, ku ewa (peyva wan anîye) ji bona we ra (li bal Xudayê we) tiştekî sik e. Lê ewa (kirina wan li bal Xudayê we) ji bona we ra qencîyek e. Ji bona her yekê (ji wan kesên ku eva peyva pizan anîye) çi ked kirine ji gonehan (hemberîya wan gonehên wan, ji aşîtan heye). Ewê mezin yê ji wan, ku aborya vê peyvê kirîye heye! Ji bona wî ra şapatek e mezin heye
لَوْلَا إِذْ سَمِعْتُمُوهُ ظَنَّ الْمُؤْمِنُونَ وَالْمُؤْمِنَاتُ بِأَنْفُسِهِمْ خَيْرًا وَقَالُوا هَٰذَا إِفْكٌ مُبِينٌ
Xwezîka gava we ewa (peyva) bihîst, mêr û jinên bawer kirine, gomana qencîyan (ji xûşka xwe) bikirinan (aha) gotîbûyan: "Eva gotina, hey pizeke xûya ye
لَوْلَا جَاءُوا عَلَيْهِ بِأَرْبَعَةِ شُهَدَاءَ ۚ فَإِذْ لَمْ يَأْتُوا بِالشُّهَدَاءِ فَأُولَٰئِكَ عِنْدَ اللَّهِ هُمُ الْكَاذِبُونَ
Ma qey ne diva, ku ewan li ser vê piza xwe, çar nihrewan bianînan? Îdî heke ewan çar nihrewanan (ji bona vê peyvê xwe) neynin, bi rastî ewan li bal Yezdan bi xweber derewkar in

Choose other languages: