Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #63 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَأُولِي الْأَمْرِ مِنْكُمْ ۖ فَإِنْ تَنَازَعْتُمْ فِي شَيْءٍ فَرُدُّوهُ إِلَى اللَّهِ وَالرَّسُولِ إِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۚ ذَٰلِكَ خَيْرٌ وَأَحْسَنُ تَأْوِيلًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan bikin û hûn bi gotina pêxember û ewan (serokên) ji we ne, ku xweyê fermana we ne, bikin îdî heke hûn bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin di gava hûn ku di tiştekî da tekoşinê bikin (hûn nizan bin ku ewa mafê kê ye) hûn temtêla wî tiştî (ji bona berewanîyê) li bal (biryarên) Yezdan û pêxember da beherin. Eva kirina we (ku hûn ewan bûyerên xwe ne, hûn pê nizanin, di binê bal biryarên Yezdan û pêxember) ji bona we ra çêtir e û paşîya wî jî qenc e biryar û berewana ne
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ يَزْعُمُونَ أَنَّهُمْ آمَنُوا بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ وَمَا أُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ يُرِيدُونَ أَنْ يَتَحَاكَمُوا إِلَى الطَّاغُوتِ وَقَدْ أُمِرُوا أَنْ يَكْفُرُوا بِهِ وَيُرِيدُ الشَّيْطَانُ أَنْ يُضِلَّهُمْ ضَلَالًا بَعِيدًا
Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wan merivên ku viran dikin mêze nakî? Ewan (dibêjin): “Ku bi rastî ewanan bi wan biryarên (Qur’an)a li bal te da hatîye hinartînê bawer kirine û bi wan biryarên di berya te da jî hatiye hinartinê bawer kirine” û bi vî ra jî ewan divên, ku di bûyerên xwe da ji bona berewanîyê herin bal pelîd, ewan bi xweber jî hatibûne fermankirinê, ku ewan bi pelîd bawer nekin. Bi rastî pelîd divê ku ewan di wundabûneke dûr da wunda bike
وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ رَأَيْتَ الْمُنَافِقِينَ يَصُدُّونَ عَنْكَ صُدُودًا
Û di gava ji wan ra bê gotinê: “Hûn (di gavê tekoşînan da ji bona berewanîyê) li bal wan biryarên, ku Yezdan hinartîye û li bal pêxember da werin.” Tu ewanê durû dibînî, ku ewan ji te bi hemûtî dûr dikebin (ji te direvin)
فَكَيْفَ إِذَا أَصَابَتْهُمْ مُصِيبَةٌ بِمَا قَدَّمَتْ أَيْدِيهِمْ ثُمَّ جَاءُوكَ يَحْلِفُونَ بِاللَّهِ إِنْ أَرَدْنَا إِلَّا إِحْسَانًا وَتَوْفِيقًا
Îdî di gava bi sedema wan kirinê wanê borî, aşîtek bi wan da tê, ewan paşê têne bal te, bi Yezdan sond dixun û dibêjin: “Me hey qencî û aştîya di nava wan da va ye.” Gelo temtêla wan (wê gavê) ça dibe
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ يَعْلَمُ اللَّهُ مَا فِي قُلُوبِهِمْ فَأَعْرِضْ عَنْهُمْ وَعِظْهُمْ وَقُلْ لَهُمْ فِي أَنْفُسِهِمْ قَوْلًا بَلِيغًا
Evanê bi van salixan in; ku Yezdan bi tişta di dilê wan da heyî dizane. Îdî tu giza xwe ji wan bibire û tu li wan şîretan bike û tu ji bona wan ra mijûlîyên nermne, ku (pozê wan) bi wê bişewite, bêje

Choose other languages: