Surah An-Nisa Ayahs #27 Translated in Kurdish
حُرِّمَتْ عَلَيْكُمْ أُمَّهَاتُكُمْ وَبَنَاتُكُمْ وَأَخَوَاتُكُمْ وَعَمَّاتُكُمْ وَخَالَاتُكُمْ وَبَنَاتُ الْأَخِ وَبَنَاتُ الْأُخْتِ وَأُمَّهَاتُكُمُ اللَّاتِي أَرْضَعْنَكُمْ وَأَخَوَاتُكُمْ مِنَ الرَّضَاعَةِ وَأُمَّهَاتُ نِسَائِكُمْ وَرَبَائِبُكُمُ اللَّاتِي فِي حُجُورِكُمْ مِنْ نِسَائِكُمُ اللَّاتِي دَخَلْتُمْ بِهِنَّ فَإِنْ لَمْ تَكُونُوا دَخَلْتُمْ بِهِنَّ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ وَحَلَائِلُ أَبْنَائِكُمُ الَّذِينَ مِنْ أَصْلَابِكُمْ وَأَنْ تَجْمَعُوا بَيْنَ الْأُخْتَيْنِ إِلَّا مَا قَدْ سَلَفَ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ غَفُورًا رَحِيمًا
Li ser we (kevînbûna we) bi dayîkên we ra û bi keçên we ra û bi xûşkên we ra û bi metên we ra û bi xatîyên we ra û bi keçên birayên we ra û bi keçên xûşkên we ra û bi wan dayên weyên, ku şîr dabine we û bi xûşkên weyên ji şîr û bi dayên jinên we ra û bi wan mozîkên weyên di mala we da nin, ji wê jina weya ku hûn bi jinanî tevê we razabin, heke hûn bi jinanî tevê dîya wan mozîkên xwe ranezabin şixwa îdî ji bona we ra tu qedexe tune ye, ku hûn bi wan mozîkên xwe ra kevîn bibin û bi jina kurên xweyên, heke ewan kuran ji dola we bin, hatine qedexekirinê. Û kevînbûna we bi du xûşkan bi hev ra jî (qedexe ye), ji pêştirê wan (kevînbûnê weyên borî) şixwa borîne. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ النِّسَاءِ إِلَّا مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ ۖ كِتَابَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ ۚ وَأُحِلَّ لَكُمْ مَا وَرَاءَ ذَٰلِكُمْ أَنْ تَبْتَغُوا بِأَمْوَالِكُمْ مُحْصِنِينَ غَيْرَ مُسَافِحِينَ ۚ فَمَا اسْتَمْتَعْتُمْ بِهِ مِنْهُنَّ فَآتُوهُنَّ أُجُورَهُنَّ فَرِيضَةً ۚ وَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ فِيمَا تَرَاضَيْتُمْ بِهِ مِنْ بَعْدِ الْفَرِيضَةِ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلِيمًا حَكِيمًا
Û ewan jinên bi mêr hene! (kevînbûna bi wan jinan ra jî li ser we hatîye qedexekirinê) Ji pêştirê wan jinên (di gava qirînê da hatine zebunkirinê) ku ewan ketibin binê ewletîya we da mabin. (Evan qedexe û biryarên borî) biryarên Yezdan in, li ser we bi vê nevê hatine nivîsandinê. Ji pêştirê vanê borî; heke hûn malê xwa bidin bi wan ra kevîn bibin, ji bo ku xwe ji tulîyê biparîsînin, ji bona we ra durist bûye. Îdî kîjan ji we bi malê xwe bi wan jinan ra heke (bi xweşî) kevîn bibe, hûn ji bona wan jinên (ku hûn bi malê xwe bi wan ra kevîn bûne) kirya wan (mara wan e) ku we di nava xwe da diyar kirîye, bidine wan (jinan). Ji piştî, ku we ewa mala di nava xwe da bi qayîlî diyar kiribe, îdî hûn (ji wî malê diyar kirî bi qayîlbûna we herdukan, heke) kêm bidine wan (jinan) ya jî li wî malî pirtir bidin wan jinan) tu zîyan li ser we tune ye. Bi rastî Yezdan zanakî bijejke ye
وَمَنْ لَمْ يَسْتَطِعْ مِنْكُمْ طَوْلًا أَنْ يَنْكِحَ الْمُحْصَنَاتِ الْمُؤْمِنَاتِ فَمِنْ مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ مِنْ فَتَيَاتِكُمُ الْمُؤْمِنَاتِ ۚ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِإِيمَانِكُمْ ۚ بَعْضُكُمْ مِنْ بَعْضٍ ۚ فَانْكِحُوهُنَّ بِإِذْنِ أَهْلِهِنَّ وَآتُوهُنَّ أُجُورَهُنَّ بِالْمَعْرُوفِ مُحْصَنَاتٍ غَيْرَ مُسَافِحَاتٍ وَلَا مُتَّخِذَاتِ أَخْدَانٍ ۚ فَإِذَا أُحْصِنَّ فَإِنْ أَتَيْنَ بِفَاحِشَةٍ فَعَلَيْهِنَّ نِصْفُ مَا عَلَى الْمُحْصَنَاتِ مِنَ الْعَذَابِ ۚ ذَٰلِكَ لِمَنْ خَشِيَ الْعَنَتَ مِنْكُمْ ۚ وَأَنْ تَصْبِرُوا خَيْرٌ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Û kîjan ji we heke nikaribe bi malê xwe, bi jineke dawparês e rizgar e bawerger ra kevîn bibe, îdî bira ewa bi wan koleyên jinên (ku di qirînan da hatine zebunkirinê) ketine bine ewletîya we da mane, ku ji wan keçên weyên (bende ne) bawerger in, kevîn bibe. Û Yezdan bi bawerêya we çêtir dizane. Şixwa hûn bi xweber jî ji hev in (ji yek nişakîne hemûşk meriv in; îdî hûn çi kole bin, çi rizgar bin, di merivatîyê da yek in.) Îdî heke ewan (jinan) xwe ji tulîtîyê biparisînin, hûn bi dustûra serkare wan jinên kole, bi wan ra kevîn bibin. Û hûn (ewî malê, ku we di nava hev da ji bona kirya wan, bi qayîlîya ji wan biryar kirîye) bi qencî bidin wan jinan. Heke ewan (jinan bi dizîka da) ji xwe ra bi destê tu kesekî negirin (ku bi wan ra tulîtî bikin). Îdî heke ewan jinan ji piştê (vê mêrkirinê) dîsa tûlîtî kirin, celata wan nîvê celata jinên rizgar in. Eva duristbûna kevîna bi wan jinên bende ra, ji bona wan mêrên rizgarên ji we ne ku ditirsin, heke bi wan ra kevîn nebin, wê maştoqîyê bikin, durist e. Û şixwa heke hûn (gelî mêrên bê malê xezan!) hew bikin (qe bi wan koleyên jin ra jî kavîn nebin) ji bona we ra ne kevînbûn çêtir e. Û Yezdan baxişkarê dilovîn e
يُرِيدُ اللَّهُ لِيُبَيِّنَ لَكُمْ وَيَهْدِيَكُمْ سُنَنَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ وَيَتُوبَ عَلَيْكُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Yezdan (bi van biryar û rezikan) divê, ku ji bona we ra tişta hûn pê nizanin, hîn bike û rêya wan (komelên) berya we da borîne, bide nîşanê we û sikatîne we ji bona we ra bibaxişîne. Û Yezdan zana ye bijejke ye
وَاللَّهُ يُرِيدُ أَنْ يَتُوبَ عَلَيْكُمْ وَيُرِيدُ الَّذِينَ يَتَّبِعُونَ الشَّهَوَاتِ أَنْ تَمِيلُوا مَيْلًا عَظِيمًا
Û Yezdan (bi van biryaran) divê, ku gunehên we ji bona we ra bibaxişîne lê ewanê, ku dibin peyrewê hewasa xwe hene! Ewan divên, ku we bi xarîyeke mezin alîyê gunehan da xar bikin
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
