Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #21 Translated in Kurdish

إِنَّمَا التَّوْبَةُ عَلَى اللَّهِ لِلَّذِينَ يَعْمَلُونَ السُّوءَ بِجَهَالَةٍ ثُمَّ يَتُوبُونَ مِنْ قَرِيبٍ فَأُولَٰئِكَ يَتُوبُ اللَّهُ عَلَيْهِمْ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا
Bi rastî Yezdan poşmanîya wan merivên ku bi nezanî karên sikî kirine, paşê di nezîk da, ji wan kirinê xwe poşman bûne, (baxişandina) wan hildaye ser xwe. Şixwa îdî evan in, ku Yezdan poşmanîya wan litê dike. Û Yezdan zanakî bijejke ye
وَلَيْسَتِ التَّوْبَةُ لِلَّذِينَ يَعْمَلُونَ السَّيِّئَاتِ حَتَّىٰ إِذَا حَضَرَ أَحَدَهُمُ الْمَوْتُ قَالَ إِنِّي تُبْتُ الْآنَ وَلَا الَّذِينَ يَمُوتُونَ وَهُمْ كُفَّارٌ ۚ أُولَٰئِكَ أَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابًا أَلِيمًا
Û ji bona wanê, ku karên sikatî dikin heya, ku gava yek ji wan amadeyî mirinê dibe; di wê gavê da gotîye: “A, di naha da ez ji wan kirinan poşman bûme.” Û ji bona wanê, ku bi filetî dimirin poşmanîya wan ji gunehan tune ye (yanî poşmanîya wanên di wê gavê da nayê litê kirinê). Şixwa evan in, ku me ji bona wan ra şapatek e dilsoz amade kirîye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا يَحِلُّ لَكُمْ أَنْ تَرِثُوا النِّسَاءَ كَرْهًا ۖ وَلَا تَعْضُلُوهُنَّ لِتَذْهَبُوا بِبَعْضِ مَا آتَيْتُمُوهُنَّ إِلَّا أَنْ يَأْتِينَ بِفَاحِشَةٍ مُبَيِّنَةٍ ۚ وَعَاشِرُوهُنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۚ فَإِنْ كَرِهْتُمُوهُنَّ فَعَسَىٰ أَنْ تَكْرَهُوا شَيْئًا وَيَجْعَلَ اللَّهُ فِيهِ خَيْرًا كَثِيرًا
Gelî ewanê bawer kirine! Ne durist e ji bona we ra ku hûn bi kotekî bibin mîratxurên jinan. Heya ewan jinan tolîtîya ber çavî nekin, ji bo ku hûn hinekî ji wî (malê mara wê) ji bona wan ra daye, (ewan jinan hinekî ji wî malî ji bona berdana xwe, ji bona we ra bibaxişînin), di para da bistînin hûn li wan zor nekin. Û hûn bi wan jinan ra bi qencî derbasîyî bikin. Îdî heke rikê we ji wan jinan tê (hûn hew bikin bi wan ra derbasîyî bikin) dibe ku ewa tişta rikê we jê tê, Yezdan ji bona we ra di wan da qencên pir çê bike
وَإِنْ أَرَدْتُمُ اسْتِبْدَالَ زَوْجٍ مَكَانَ زَوْجٍ وَآتَيْتُمْ إِحْدَاهُنَّ قِنْطَارًا فَلَا تَأْخُذُوا مِنْهُ شَيْئًا ۚ أَتَأْخُذُونَهُ بُهْتَانًا وَإِثْمًا مُبِينًا
Heke hûn bivên, ku hûn di şûna jina xwe da bi jinekê mayî ra kevîn bibin (yanî hûn jina xweye heyî berdin bi jineke mayî ra kevîn bibin) we ji bona wê jina xweya cara yekem da bi barê (devan) mal dabe wan, hûn ji wî malî qe tu tiştî para da ji wan nestînin. Hûnê ewî malî ça (ji wan jinan) bi vir û bi gunehkarya ber çavî bistînin
وَكَيْفَ تَأْخُذُونَهُ وَقَدْ أَفْضَىٰ بَعْضُكُمْ إِلَىٰ بَعْضٍ وَأَخَذْنَ مِنْكُمْ مِيثَاقًا غَلِيظًا
Ka hûnê ça ewî malî ji wan bistînin hûn bi xewber (bi jîn û bi mirin) tavê hev bûne? Ewan jinan jî (di gava kevîn bûne da) ji we peymaneke bi hez sitandibûne

Choose other languages: