Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mujadala Ayahs #15 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قِيلَ لَكُمْ تَفَسَّحُوا فِي الْمَجَالِسِ فَافْسَحُوا يَفْسَحِ اللَّهُ لَكُمْ ۖ وَإِذَا قِيلَ انْشُزُوا فَانْشُزُوا يَرْفَعِ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنْكُمْ وَالَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ دَرَجَاتٍ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Gelî ên bawerî anîne! gava ji we re hat gotin ku: "Hûn di civata de cîh fireh bikin" vêca hûn cîh fireh bikin ku Xuda jî ji we re fireh bike. Gava ji we re hat gotin ku: "Rabin" vêca hûn jî rabin ku Xuda, ji we ên bawerî anîne û ên zanîn ji wan re hatiye dayîn bi payeyan bilind bike. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نَاجَيْتُمُ الرَّسُولَ فَقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيْ نَجْوَاكُمْ صَدَقَةً ۚ ذَٰلِكَ خَيْرٌ لَكُمْ وَأَطْهَرُ ۚ فَإِنْ لَمْ تَجِدُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Gelî ên bawerî anîne! gava hûn bi dizî bi pêxember re bipeyivin, vêca hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqekî bidin. Evê han ji we re çêtir û paqijtir e. Vêca eger we peyda nekir êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e
أَأَشْفَقْتُمْ أَنْ تُقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيْ نَجْوَاكُمْ صَدَقَاتٍ ۚ فَإِذْ لَمْ تَفْعَلُوا وَتَابَ اللَّهُ عَلَيْكُمْ فَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ وَاللَّهُ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Ma qey hûn (ji xizaniyê) tirsiyan ku hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqa bidin? Vêca dema we nekir û Xuda jî li we borî êdî hûn limêjê rast bikin û zekatê bidin û peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ تَوَلَّوْا قَوْمًا غَضِبَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ مَا هُمْ مِنْكُمْ وَلَا مِنْهُمْ وَيَحْلِفُونَ عَلَى الْكَذِبِ وَهُمْ يَعْلَمُونَ
Ma tu li ewên ku komelekî ku Xuda li wan hêrs bûye dost girtine nanêrî? Ew ne ji we ne û ne ji wan in. Ew, tevî dizanin jî li ser derewa sond dixwin
أَعَدَّ اللَّهُ لَهُمْ عَذَابًا شَدِيدًا ۖ إِنَّهُمْ سَاءَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Xuda, ji wan re ezabekî zor dijwar amade kiriye. Lewra bêguman ew, tiþtê dikirin pirr pîs e

Choose other languages: