Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #99 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْتُلُوا الصَّيْدَ وَأَنْتُمْ حُرُمٌ ۚ وَمَنْ قَتَلَهُ مِنْكُمْ مُتَعَمِّدًا فَجَزَاءٌ مِثْلُ مَا قَتَلَ مِنَ النَّعَمِ يَحْكُمُ بِهِ ذَوَا عَدْلٍ مِنْكُمْ هَدْيًا بَالِغَ الْكَعْبَةِ أَوْ كَفَّارَةٌ طَعَامُ مَسَاكِينَ أَوْ عَدْلُ ذَٰلِكَ صِيَامًا لِيَذُوقَ وَبَالَ أَمْرِهِ ۗ عَفَا اللَّهُ عَمَّا سَلَفَ ۚ وَمَنْ عَادَ فَيَنْتَقِمُ اللَّهُ مِنْهُ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ ذُو انْتِقَامٍ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava heke hûn di ihramê da bin (heya ku hûn ji ihramê dernekebin) hûn nêçîran nekujin. Û kîjanî ji we (nêçîrekî) bi qestî bikuje, îdî celata wî ev e: Dibê ku ewa (kujrawa) tarişeke wekî wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, ji wan tarişên kedî, bi gorî jêke. Dibê ku du merivên dadvanên ji we jî berewanî bikin, ku ewa tarişa (we gorî kirîye, di goşt û di bahayê xwe da) wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, dibe. Dibê ku ewa (tarişa tê gorîkirinê) di bajarê (mizgefta bi nav) Kabe, têda ne (bê gorîkirinê) ya jî di şûna (goryan da, wekî bahayê goryan) xwurek bi xezanan bide xwarinê ya jî di şûna (xwurek da, wekî her pîvaneke ku bi bahayê goryan hatine kirinê) rojî bigire. Eva celatdana hanê, ji bo ku kujraw çeşne bike (ka kuştina nêçîran ça ne!) Ewan (nêçîrên borî) Yezdan sikatîyên wan baxişandîye û kîjan dîsa (ji piştî van celatan) nêçîran bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yezdanê ji wî tûlê hilde. Şixwa Yezdan bi xweber jî serva hatê xweyî tûl e
أُحِلَّ لَكُمْ صَيْدُ الْبَحْرِ وَطَعَامُهُ مَتَاعًا لَكُمْ وَلِلسَّيَّارَةِ ۖ وَحُرِّمَ عَلَيْكُمْ صَيْدُ الْبَرِّ مَا دُمْتُمْ حُرُمًا ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ
Ji bona jîyana we, ku bi hêsanî dom bike, ji bona we û ji bona rewîyan ra nêçîra deryayê bi tevê xwarina ji wan durist bûye. Û heya hûn di ihrama (hecê da bin) nêçîra reşaîyî ji bona we ra hatîye qedexekirinê û hûn parizaya wî Yezdanê ku hûnê li bal wî da bicivin, bikin
جَعَلَ اللَّهُ الْكَعْبَةَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ قِيَامًا لِلنَّاسِ وَالشَّهْرَ الْحَرَامَ وَالْهَدْيَ وَالْقَلَائِدَ ۚ ذَٰلِكَ لِتَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Ji bona ku hûn bizanin, Yezdan bi tiştên di ezman û di zemîn da heyî dizane û bi rastî jî Yezdan bi hemû tişt dizane;Yezdan Kabe (bi nav) Beyt il- Heram ji bona kesan ra xistîye şûnwarê (pêkanîna mafan û ewletîyî). Her wusa jî Yezdan mehên dane (heckirinê) û gorîyên bi guhar û bê guhar (ji bona kesan ra) xistine (sedemên) ewletîyî
اعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ وَأَنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e. Û bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
مَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا تَكْتُمُونَ
Li ser pêxemberan ji pêştirê ragihandina (biryarên Yezdan) ji bona kesan ra (qe tu pirsa wan tune ye). şixwa Yezdan bi xweber jî bi wan tiştên ku hûn vedişêrin, ya jî hûn bi xûyayî derdixin, dizane

Choose other languages: