Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayah #89 Translated in Kurdish

لَا يُؤَاخِذُكُمُ اللَّهُ بِاللَّغْوِ فِي أَيْمَانِكُمْ وَلَٰكِنْ يُؤَاخِذُكُمْ بِمَا عَقَّدْتُمُ الْأَيْمَانَ ۖ فَكَفَّارَتُهُ إِطْعَامُ عَشَرَةِ مَسَاكِينَ مِنْ أَوْسَطِ مَا تُطْعِمُونَ أَهْلِيكُمْ أَوْ كِسْوَتُهُمْ أَوْ تَحْرِيرُ رَقَبَةٍ ۖ فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ ثَلَاثَةِ أَيَّامٍ ۚ ذَٰلِكَ كَفَّارَةُ أَيْمَانِكُمْ إِذَا حَلَفْتُمْ ۚ وَاحْفَظُوا أَيْمَانَكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ
Yezdan we bi wan sondên we ne, ku hûn ne ji bona armancekî dixwûnin (lê hûn hema ça radibin, rûdinên, hûn dibêjin: “Wellahî eva aha ye)” gonehkar nake. Lê (Yezdan) we bi wan sondên we ne, ku hûn bi wan sondan, kirîn û birîn û peymanê dixwe, ji hev ra didin (paşê pêk jî naynin) gonehkar dike. Celata vê sonda hanê eva ye: Divê (ku ewê sondxandî) ji wê xwarina nîvwarî ye, ku hûn ji bona malîyên xwe ra didine xwarinê, deh kesê xezan ra xwarinê bide, ya jî (sondxandî) li wan deh xezanan kincan bike, ya jî (sondxandî) bendekî (kole) azad bike. Îdî kîjan (sondxandî; heke ji bê burhîyî û ji tunebûnê) rastî van (celatên borî) nehat, divê îdî ku ewa sê royan rojî bigire. Di gava hûn sond bixun, evan (celatên borî) dibine sedema rakirina gonehê sonda we. Û hûn sondê xwe biparisînin (di gava we sond xand, hûn ewan sondên ku we xandîye pêk bînin) Yezdan ji bona we ra berateyên xwe aha vedike, dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin

Choose other languages: